Komploya 9'ê Cotmehê li Moskowayê hat şermezarkirin
Kurdên li Moskowayê dijîn, di salvegera komploya 9'ê Cotmehê de li Mala Kurdan li hev civiyan.
Kurdên li Moskowayê dijîn, di salvegera komploya 9'ê Cotmehê de li Mala Kurdan li hev civiyan.
Kurdên li paytexta Rûsya Moskowayê dijîn, komploya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. Bi vê armancê li Mala Kurdan civînek hat lidarxistin û tevî rêveberên Otonomiya Çanda Kurd, nûnerên KNK, Tevgera Jinên Kurd, nûnerê Rojava Rodî Osman, nûnera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê Sînem Mûhammed û bi dehan Kurdistanî li civînê amade bûn.
Di destpêkê de, ji bo bîranîna çalakgerên bi dirûşma 'hûn nikarin roja me tarî bikin' bedena xwe dan ber agir, hemû şehîdên şoreşê deqeyek rêz hat girtin. Qisekeran dan xuyakirin, ku hêzên di 9'ê Cotmehê û 15'ê Sibatê de komplo pêk anîn, îro jî li ser kar in û bal kişandin ser êrîşên li Şengal, Kerkûk, Mûsil, Qendîl û Rojavayê Kurdistanê yên li dijî Kurdan û Tevgera Azadiyê ya Kurd.
Di civînê de hat ragihandin, hêzên bi komploya navneteweyî xwestin Rêberê Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê tesfiye bikin, îro jî dixwazin Kurdan qir bikin û hat destnîşankirin, ku ev hêzên komploker wê ti carî bi ser nekevin.
'XWESTIN RÊBER APO TESFIYE BIKIN, LÊ ÎRO BÛNE HEWCEDARÊ WÎ'
Qisekeran gotin, "Komplokerên xwestin Rêber Apo û PKK'ê tesfiye bikin, îro bûne hewcedarê wan. Xwestin Kurdan bê rêber û tevgerê bihêlin, lê xeta Rêber Apo, Tevgera Azadiyê û Kurd di roja îro de li gorî 18 sal beriya niha gelekî bi pêş ketine û serketî ne. Hem ji aliyê siyasî û leşkerî, hem jî li qada civakî û dîplomatîk em li cihekî xurtir in. Li dijî DAIŞ'ê em hêza herî bi bandor in."
Di civînê de hat destnîşankirin, ku divê her ferdekî Kurd xwe ji rewşa esareta Ocalan berpirsyar bibîne û pêwîste bi şiyara 'Rêberê Azad, Kurdistana xweser-azad' giraniyê bide ser pêvajoya dema pêş.