Komplo li Romayê hate protestokirin
Li paytext Roma ya Îtalyayê komploya 9’ê Cotmehê hate şermezarkirin.
Li paytext Roma ya Îtalyayê komploya 9’ê Cotmehê hate şermezarkirin.
Girseya ku li Qada Largo di Torre Argentînayê kom bûn, ala PKK’ê, posterên Ocalan û pankarta “Ji Ocalan Re Azadî” vekirin.
Di çalakiyê de dirûşmên “Kujer Erdogan” û “Terorîst Erdogan” hatin qîrkirin. Her wiha çalakî ji aliyê turîstên derdor ve jî rastî eleqeyekî mezin hate. Di çalakiya ku Kurdistanî û Îtalyan beşdar bûn de belavok jî hatin belavkirin.