Engîn: Ruhê Che di têkoşîna gerîlayên Kurdistan de dijî
Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Qasim Engîn diyar kir ku têkoşîn û ruhê Che di têkoşîna gerîla de dijî û got, "Hemû kesên ku Che ji xwe re mînak digirin divê berê xwe bidin qadên gerîla."
Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Qasim Engîn diyar kir ku têkoşîn û ruhê Che di têkoşîna gerîla de dijî û got, "Hemû kesên ku Che ji xwe re mînak digirin divê berê xwe bidin qadên gerîla."
Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Qasim Engîn di weşana Radyoyê Dengê Kurdistanê de bersiv da pirsên rojnamevan Egîd Bêzar û li ser 49. şehadeta Che Guavera nirxandinên girîng kirin. Engîn diyar kir ku têkoşîn û ruhê Che di têkoşîna gerîla de dijî û got, "Hemû kesên ku Che ji xwe re mînak digrin divê berê xwe bidin qadên gerîla."
Engîn her wiha diyar kir ku di serdema heyî de pêwîstî bi ruhê Che heye û ji bo taybetmendyên Che got, "Che radestbûnê ti carî qebûl nake û her dixwaze azad bijî. Mirov bi vî ruhî dikare li hemberî vê faşîzmê têkoşînê bimeşîne."
Nirxandinên giştî yên endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Qasim Engîn bi vî rengî ne;
"Di salvegera 49’emîn a şehadeta Che Guavere de em li hemberî kesayeta wî û mîrasa wî ku ji me re hiştiye serê xwe ditewînin. Bi rûmet û rêzeke pir mezin wî bi bîr tînin. Che Guavera xwedî hestên mezin yên mirovahiyê ye, ew hest û nakokiyên wê demê wî dikin sosyalîst. Li Meksîka şoreşgerên Kuba nas dike û dibe şoreşer. Kengê digihêje wê zanebûna rizgarkirina mirovahiyê, bi awayekî biryar li pey wê fikrê diçe. Mirovekî li pey utopya û xeyalên xwe diçe ye. Weke Rêber Apo jî dibêje ji xeyalên xwe re xiyanet nake.
Di şoreşa Kuba de cih digire, gelek hevalên wî jiyana xwe dest didin. Wê demê hem bijîjkî, hem jî mîlîtaniyê dike. Lê dema ku şer giran dibe, dev ji bijîjkiyê ber dide û pêşengtiya gerîla dike. Ew tercîheke têkoşînê ye. Bi xwe ne ji Kuba ye, lê di têkoşîna Kuba de cih digre. Ji vî milî ve kesayeteke mezin a enternasyonal e. Hemû xebatên avakirina Kuba de di asta pêşengtiyê de cihê xwe digre. Piştî ku şoreşa Kuba ser dikeve, diçe welatên din yên ku divê têkoşîn were dayin û ji emperyalîstê rizgar bibin. Li ser wê diçe Efrîqa û li wê derê gerîlatiyê dike. Piştî wê dîsa vedigere Kuba, demeke li Kuba dimîne û di sala 1967’an de berê xwe dide Bolîvya. Dixwaze ciwan û tevgerên pêşverû yên Bolîvya rêxistin bike û li hemberî hêzên deshilatdar ên Bolîvîst têkoşînê bimeşîne. Hêzên deshilatdar û yankiyên Amerîka dema fêm dikin ku Che Guavera li wê derê ye, hin hêzên xwe yên taybet dişînin, da ku wî bikujin. Di 8’ê Cotmehê de Wî dîl digirin, di 9’ê Cotmehê de jî Wî dikujin. Dema ku bi birîndarî dikeve destê wan hêzan jî heybeta xwe diparêze. Ji wan re dibêje, 'hûn tirsonek in.' Ji ruhê wî yê ku ti caran radest nabe ditirsin.
Di name û rojnivîskên Che de em dibînin ku ji bo hemû gelên cîhanê dixwaze têkoşînê bimeşîne. Ji zarokên xwe re dibêje, 'ger li cihekî cîhanê neheqî hebe, divê hûn ti carî bêdeng nesekinin, ger hûn bêdeng bin wê hûn ji mirovatiyê derkevin.' Li hemberî emperyalîzmê dibêje, 'li hemberî amperyalîzmê serketina welatekî serketina me ye, windakirina wan jî windakirina me ye. Lewma wê derê mirovahî ser dikeve, ez jî têkoşerekî mirovahiyê me.'
Gotina wî ya herî bi nav û deng jî, îro di destê hemû şoreşgeran de bûye al heye. Dibêje, 'ger çekên me dest bi dest bigerin, ger dirûşmên me guh bi guh bigerin, ger hinekên din têkoşîna me bimeşînin û bi mîtralyozan cenazeyê me rakin, wê demê mirin ser seran û ser çavan hatiye.' Ji vî milî ve Che qîrîna azadiyê ye, koletiyê ti caran qebûl nake. Ji xeyalên xwe yên zarokatiyê re xiyanet nekirin e. Di heman demê de hêza hemû mirovahiyê ku li hemberî neheqiyê têkoşîn dimeşîne ye. Tiştên ku îro em dixwazin pêk bînin, di wê demê de fikirî ye. Em bi heman ruh û têkoşînê, bi heman ferasetê tevdigerin.
Che li ser tevgerên şoreşger ên Tirkiye, Kurdistan û welatên din yên Rojhilata Navîn jî tesîr kiriye. Pêla şoreşê ya 68’an jî heye, lê yê ku herî zêde tesîr li ser ciwanan kiriye Che Guavera bi xwe ye. Ew ruhê wî ku ti kes nikare radest bigre û bipelçiqîne ye. Jiyan û gotinên wî li ser her kesî/ê tesîr dike, dibe aleke têkoşînê. Ji bo Mahîr, Denîz, Sînan Cemgîl û Îbrahîman dibe mînak. Wê demê kî li edaletê digere, qîrîna Che diçe wan. Şoreşgerên Kurdistanê jî herî zêde li têkoşîna Vîetnamê, tesîr dibin. Lewma şert û mercên Vîetnam û Kurdistanê pir dişibin hev û din. Lê sekna Che jî li ser şoreşgerên Kurdistanê tesîr dike. Lewma tîmsala gerîlatiyê ya herî teqez jî Che Guavera ye. Che dibêje, 'Li hemberî emperyalîzmê têkoşîna herî bi tesîr gerîlatî ye.' Ji bo wê tevgerên ku gerîlatiyê esas digrin, ji xwe re Che mînak digrin. Ji ber vê yekê hêzên emperyalîst jî li hemberî Che pir aciz dibin. Che wê demê pergala Sowyetan û Çîn’ê jî rexne dike. Ji ber vê ew sekna bi rêgez û bi biryar ya Che hemû cîhanê tesîr dike. Li ser Rojhilata Navîn û Kurdistanê jî tesîra Wî pir zêde ye.
Îro jî her kesek Che ji xwe re esas digre, di destê her kesî/ê de al û pankartên Wî hene. Çawa ku beriya 50’î salî tesîra Che hebe, niha jî gotin û armancên wî derbasdar in. Îro jî, ji wê demê zêdetir faşîzm dixwaze civakê bipelçiqîne û xwîna wan bimeje. Ango ew hêza ku Che di dema xwe de li hemberî wan têkoşîn kir, îro dîsa heye. Ew hêzên kolanyalîst û dagirker îro jî hene. Hinek dibêjin 'sedsala gerîlatiyê, an jî sedsala Che derbas bûye.' Ne wisa ye. Dijberî wê di ew serdema ku em dijîn de herî zêde ruhê Che pêwîst dike. Lewma îro mirovahî di bin lingan de ye. Ew qîrîn û dengê azadiyê yê Che wê mirovahiyê rizgar bike. Ew ruhê ku radestbûnê ti caran qebûl nake û her dixwaze azad bijî, dikare li hemberî vê faşîzmê têkoşîn bimeşîne.
Îro li Rojhilata Navîn û Tirkiye jî faşîzm li ser çar nalan dibeze. Di her roja ku derbas dibe de faşîzm xwe li Tirkiye xurt dike. Mesela ketina Cerablûsê didin ber çavên xwe. Bombardimana li ser gerîla û gelê Kurd û zextên li ser hêzên demokratîk ên Tirkiye didomînin. Dîsa bi rê û rêbazên din ên weke DAIŞ’ê li ser gelên Rojhilata Navîn vê faşîzmê belav dikin. Li hemberî vê faşîzmê ruhê Che Guavera pêwîst dike. Ew ruhê azad ê gerîlatiyê ye. Ruhê ciwantiyê ye, di ruhê ciwantiyê de ti caran xwe paş ve kişandin û radestbûn nabe. Ji ber vê yekê îro ji her demê zêdetir ew ruhê Che pêwîst dike. Divê em Che bi vî rengî bîr bînin.
Ji ber ku hêzên dagirker û kolonyalîst, rista Che Guavera di têkoşîna me de dizanin, di heman roja ku ew kuştine de ango di 9’ê Cotmehê de komploya navneteweyî ya li ser Serokatiya me dan destpê kirin. Ew ne tesadûf e. Îro belgeyên vê yekê jî di destê me de hene. Di wê rojê de dixwazin Rêber Apo îmha bikin. Peyameke wisa didin û dibêjin, 'ew ruhê azad ku me di 1967’an de fetisand, hûn niha dikarin careke din zindî bikin, em ê dîsa bitepisînin.' Di 9’ê Cotmehê de komploya navneteweyî jî bi vî awayî dest pê kir.
Ji ber vê yekê bi taybetî ciwanên Kurd û Tirk, hêzên şoreşger û demokratîk ku Che ji xwe re mînak digrin divê vê rastiyê bibînin û li wî ruhî xwedî derkevin. Li Rojhilata Navîn îro ew ruh jî di gerîlayên azadiyê de tê temsîlkirin. Yên ku derdikevin serê çiyê, ji bo ku radestî wê pergalê nebin, serî radikin. Divê mirov li ser vê bihizire. Her wiha îro li Rojava YPG û YPJ, li hemberî faşîzma heyî li ber xwe didin. Li Iraqê, Başûrê Kurdistanê hêzên gerîla û YBŞ’ê têkoşîna azadiyê dimeşînin. Ger li Kurdistanê em dixwazin Che bi bîr bînin, divê em bizanibin ku îro temsîliyeta wî di gerîla de tê kirin. Ji ber wê her ciwanê ku dixwaze ruhê azad bijî, divê berê xwe bide qadên azad, qadên gerîla. Lewma remza Che Guavera gerîla ye. Che îro di gerîlayê Kurdistanê de dijî. Ji bo wê Che ji me re al û remz e. Hem jiyana wî, hem jî kirinên wî ji bona me mînak e. Ji ber wê yekê îro Che di gerîlayê Kurdistanê de di asta herî jor de tê temsîlkirin. Hemû kesên ku dixwazin ew ruhê Che bijîn, bila berê xwe bidin qadên azad. Da ku em bi hev re li hemberî faşîzmê têkoşîna xwe bilind bikin. Lewma ji bo ku ew dîktatorî were sekinandin ruhê Che Guaveran pêwîst dike."