ANALÎZ

Plana TC a li ser Mûsilê

Piştî ku dewleta Tirk di 1'ê Cotmehê de tezkereya operasyona li derveyî sînor derxist, hikûmeta Iraqê bersiveke tund da.

Piştî ku dewleta Tirk di 1'ê Cotmehê de tezkereya operasyona li derveyî sînor derxist, hikûmeta Iraqê bersiveke tund da û di rûniştina parlamentê ya 4'ê Cotmehê de metneke biryarê ya ji 7 xalan, ku li dijî dagirkirina Mûsilê ji aliyê dewleta Tirk ve, weke tedbîr hat amadekirin û bi piraniya dengan hat erêkirin.

Li dû vê daxuyaniya mafdar a Bexdayê, Wezîrê Karên Derve û Serokwezîrê Tirk daxuyanî dan û rewş bêhtir tengav kirin. Erdogan jî beriya niha di hevpeyvîneke xwe ya bi televîzyoneke Qatarê re li ser Mûsilê axivî bû. Dema mirov van axaftinan û karê artêşa Tirk a li Başîkayê bi hev re binirxînin, hingî plana dewleta Tirk a Mûsilê zelal dibe. Lê belê ji bo rewş baştir were fêhmkirin, divê mirov li salek beriya niha vegerin û armanc û sedemên bicihbûna leşkerên Tirk li Başîkayê bînin bîra xwe.

'WALIYÊ MÛSILÊ BANG KIR'

Dewleta Tirk par dabû xuaykirin, ku ji bo perwerdekirina pêşemergeyên Kurd û milîsên Ereb ên Sûnî leşker şandiye Başîkayê. Li gorî vê îdîayê banga 'were' ji aliyê hikûmeta Kurd a herêmî û waliyê berê yê Mûsilê Esil Nûceyfî ve hatiye kirin. Halbûkî dagirkirina xaka welatekî li ti welatekî cîhanê, bi banga waliyekî nabe bê vegotin. Bangek bi vî rengî hebe jî, ev yek mafê şandina leşkeran ji bo welatekî din naye dewletekê. Lewma, eger tevî dijderketina dewleta navendî jî ev tê kirin, hingî ev yek yekser dibe dagirkerî û sedema derketina şer. Lê belê ji ber ku serê dewleta navendî ya Iraqê ji ber faşîzma DAIŞ'ê bi têra xwe di belayê de ye, tevî ku van îtirazên xwe bilêv dike jî, nekarî bersivê bide dagirkeriyê.

Dewleta Tirk di nava van rojên dagirkeriyê de li Başîkayê, tevî PDK'ê û Erebên Sûnî rêxistineke milîs a bi navê Heşd El Watanî ava kir. Waliyê berê yê Mûsilê Esil Nûceyfî ku ji ber Mûsil li dijî DAIŞ'ê neparast ji wezîfeyê hat girtin, li serê vê rêxistinê hat bicihkirin. Rewş aloztir bû. Hikûmeta Iraqê nerazîbûna xwe ya li dijî dagirkeriyê û vê rêxistinbûnê dewam kir. Hikûmeta Tirk, piştî ku ji qada navneteweyî piştgirî ji îtiraza Iraqê re hat, daxuyaniyek da û got, 'ji xwe ne mayînde ne, leşker bi armanca perwerdekirinê hatine şandin' û ragihand, ku beşeke mezin a leşkeran hatine vekişandin. Lê belê spekulasyonên li ser vê mijarê qet neqediyan. Bûyerên li wê herêmê diqewimin, her di nava tarîtiyê de ne.

HEŞD EL WATANÎ LI DIJÎ HEŞD EL ŞAABIYE AVA BÛ

Di vê navberê de dayîna agahiyeke biçûk, wê ji bo fêhmkirina rewşa giştî, baş be. Rêxistina Heşd El Watanî ya ji aliyê dewleta Tirk, Erebên Sûnî û PDK'ê hat avakirin, ji eşîrên Sûnî pêk tê. Lê belê beriya niha rêxistina milîsê Şîa bi navê heşd El Şaabî hatiye avakirin û ev rêxistin ji aliyê hikûmeta Iraqê bi awayekî fermî ve hat qebûlkirin û lêçûnên wê ji aliyê hikûmetê ve tên dayîn. Yanî ev rêxistin bi awayekî fermî bi hikûmeta Iraqê girêdayî jî be, gelek komên Îran piştgiriya wan dikin, di nav de hene. Di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de ev rêxistin li gelek cihan tevlî şer bû. Tevî ku rêxistin ji aliyê giştî ve rêxistineke ji Şîa ye, hin eşîrên Sûnî jî di nav de ye. Lê belê dewleta Tirk û bloka mezhebîparêz a Sûnî, ji bo piştî DAIŞ'ê desthilatdarî bi temamî nekeve destê Şîan, bi xwe re weke mafekî dîtin ku rêxistina bi navê Heşd El Watanî ava bikin.

PLAN EŞKERE DIBE

Em dewam bikin. Piştî ku operasyona Mûsilê ket rojevê û li Sûriye û Rojava têkoşîneke xurt li dijî DAIŞ'ê tê meşandin, armanca ketina dewleta Tirk a nava Mûsilê, ji nû ve hat nîqaşkirin. Nîqaşên di vî warî de her dewam in. Hêzên tevlî operasyona mûsilê bibin û rêveberiya Mûsilê ya piştî rizgarkirinê, sedema herî mezin a nelihevkirinê ye.

Di nava van hemû nîqaşan de, li kûlîsan tê gotin ku dewleta Tirk, Heşd El Watanî û hêzên ser bi PDK'ê, li navenda Mûsilê bi hêzên DAIŞ'ê re kirîn û firotina petrolê dikin. Yên herêmê ji nêz ve dişopînin dibêjin, hêzên mîlîs ên Sûnî yên bi lîderiya Esil Nûceyfî, mîna 'Artêşa Azad' a di dema dagirkirina Cerablûsê de erka DAIŞ'ê dewr girt, ew ê dixwaze li Mûsilê heman tiştî bikin.

Li gorî vê planê, dewleta Tirk, milîsên Sûnî û PDK wê di operasyona Mûsilê de roleke bi bandor bilîzin. Eger karibe wê DAIŞ Mûsilê radestî hêzên Heşd El Watanî bike û çeteyên DAIŞ'ê jî di bin vî sîwanî de li hev bicivin. Bi vî rengî dewleta Tirk û hêzên wê yên milîs wê hêza xwe bikin du qat û berê xwe bidin Tel Efferê. Piştre jî wê êrîşî Şengalê bike, ku hêzên PKK'ê li vê derê hemû planên dewleta Tirk û PDK'ê ji hev dixînin. Li Şengalê wê hêzên HPG û YBŞ'ê hedef bigirin. Bi vî awayî herêma ji Mûsilê heta Rojavayê Kurdistanê wê bikeve bin kontrola dewleta Tirk û PDK'ê. Eger ev plan bi cih bê, wê du armancan bi carekê pêk bînin.

Armanca yekemîn; dewleta Tirk wê li Iraqê bi rêya Tirkmen û Erebên Sûnî li Mûsil û Tel Efferê desthilatdariyeke xurt ava bike. Ya duyemîn jî; bi destê PDK'ê wê derb li hebûna PKK'ê ya li vê herêmê were xistin, PKK bê qelskirin û bi vî awayî karibe berxwedanên li Bakur û Rojavayê Kurdistanê werin tesfiyekirin.

PDK jî wê pêşî li pêşketina xurt a PKK'ê ya li Başûr û Rojavayê Kurdistanê bigire û li hemû parçeyan serdest bibe. Di heman demê de wê li dijî hikûmeta navendî ya Iraqê jî bikeve pozîsyoneke xurt. Ji xwe ev saleke hemû partiyên din ên li herêma federal bê bandor kiriye. Lewma dema PDK'ê ev kir, wê weke yekane hêza desthilatdar a li Başûrê Kurdistanê xwe ragihîne.