ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ji bo TV 10 her şemî çalakî
Saziyên Elewî li Meydana Galatasarayê li hev civiyan û ji bo piştgiriya li TV 10 çalakî li dar xistin. -
Hêza pêşî ya ku divê tevlî operasyona Mûsilê bibe Êzîdî ne
Operasyona Mûsilê her kesî têkildar dike. Her kes dixwaze tevlî operasyonê bibe, lê li dij derdikevin Êzîdiyên ku li hêla Mûsilê ne tevlî operasyonê bibin.Ti hêzek nikare bibe asteng ku Êzîdî tevlê bibin . -
Salîh Muslîm di kongreya Syrîzayê de axivî
Salîh Muslîm di kongreya Syrîzayê de axivî û diyar kir ku qedera gelê Kurd û gelê Yewnan wek hev in. -
Li Antalya û Aksarayê operasyonên qirkirina siyasî
Bi fermana AKP/Qesrê li dijî HDP’ê operasyonên qirkirina siyasî didome. Di serdegirtinan de li Antalya û Aksarayê gelek kes hatin binçavkirin. -
Kobanê: Divê Ewropa destekê bide pêvajoya jinûve avakirinê
Di panelekê de ku li Lozanê hate lidarxistin, Şoreşa Rojava û rewşa heyî hate nirxandin. -
Parlamentera Iraqê Ewadî: Tirkiye ji bo rizgarkirina DAIŞ'iyan li Başîka ye
Parlamentera Iraqê Ferdus Ewadî têkîldarî hêza leşkerî ya Tirkiyeyê diyar kir ku sedema bicihbûna artêşa Tirkiyeyê li Başîkayê rizgarkirina zêdetirî 2 hezar endamên DAIŞ’ê ne ku niha li Mûsilê dimînin û di nava wan de efserên Tirk jî hene. -
Li Swêdê li dijî girtina Med Nûçe û Newroz TV nerazîbûn zêde dibin
Li Swêdê li dijî girtina Med Nûçe TV û Newroz TV a ji bo Rojhilatê Kurdistanê weşan dikir, her ku diçe nerazîbûn zêde dibin. Berdevkên Polîtîkayên Deve yên Partiya Çep û Partiya Lîberal bi daxuyaniyên çapemeniyê ve girtina Newroz TV şermezar kirin. -
Kurdên li Darmstadt Eûtelsat protesto kirin
Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê bi mîtîngekê ve zextên li ser televîzyonên Kurd hatin protestokirin. -
Li Lubnanê Neteweya Demokratîk û Şoreşa Rojava hat vegotin
Di çarçoveya projeya ‘Nîjadperestî û Zayendparêzî’ ya Hewldana Hunerê ya bi navê 98 Weeks de nûnerên Tevgera Azadiya Jinê ya Kurd dawetî Lubnanê hatin kirin û modela alternatîf a li Kurdistanê tê avakirin vegotin. -
Hesabê AKP/Qesrê li ser Pirsûsê neqadin
Rejîma AKP/Qesrê, ji ber berxwedana Kobanê serkeftî bû û tevahî xeyalên wê têk çû, Şaredarî û gelê Pirsûsê kiriye hedef û di her firsendê de berê xwe didiyê. -
Li Dortyolê şer: Leşkerek birîndar bû
Hate ragihandin ku li çoltera navçeya Dortyol a Hatayê navbera gerîlayên HPG’ê û leşkerên Tirk de şer rû daye û leşkerek birîndar bûye. -
Kadrî Bagdû, li ser gora wî hate bibîranîn
Kadrî Bagdû yê dema rojnameyên Ozgur Gundem û Azadiya Welat belav dikir li Edeneyê hate qetilkirin, li ser gora wî hate bibîranîn. -
Li Kopenhagê parêzerê Ocalan bi gel re civiya
Ji parêzerên Ocalan Dînç, bi Kurdistaniyên Kopenhagê re civiya û şertên li Îmraliyê vegot. -
Hetîketiyên AKP’ê naqedin: Şêwirmend karîkatura li Konseya Ewropayê çirandiye
Hikûmeta AKP’ê ya ku li Tirkiyeyê dawî li sepanînên wê yên dîktatoryal nayê, vê carê dest davêje Ewropayê. -
CDK-F: Em tevlî meşa şermezarkirina EUTELSAT’ê bibin
Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) ji bo şermezarkirina dewleta Tirk û têkiliya qirêjî ya bi EUTELSAT’ê re sibehê bi xurtî tevlî çalakiya li Parîsê ya Fransayê bibin. -
KNK’ê û Med Nûçe bang li Italyayê kir
Rayedarên KNK’ê û Med Nûçeyê xwestin ku Italya li dijî AKP’ê ku dixwazin çapemeniyê bêdeng bikin, bêdeng nemînin. -
FEDA: Ev meh ji bo elewiyan meha xwebûnê ye
FEDA, têkildarî meha Muharemê diyar kir ku ev meh ji bo Elewiyan’ meha xwebûnê’ ye û got, ‘’Gelên Elewî-Kizilbaş li dijî radestbûnê berxwedan, li dijî îxanetê serhildan hilbijartine.’’ -
Hunermendên Elewî ji bo TV 10’ê gotin: Em radest nebin!
Hunermendên Elewî, girtina TV 10 şermezar kirin, ji bo ku careke dî vebe dest bi kampanyayê kirin. Hunermendan banga berxwedanê kirin. -
Li dijî faşîzma Eûtelsat-AKP’ê nerazîbûnên navneteweyî
EFJ’ê, girtina televîzyonên Kurdan a bi hevkariya dewleta Tirk û EÛTELSAT’ê pêk hat, şermezar kir. -
Balûken: Li ser 12’ê Îlonê wê dîktatoriya Erdogan ava bikin
Serokwekîlê Koma HDP’ê Idrîs Balûken diyar kir, plangeriya seroktiyê ya serweriya AKP/Qesrê tê wateya rejîma dîktatorî û got, ‘’Li ser darbeya Evren wê dîktatoriya Erdogan ava bikin.’’ -
Heyetek ji DBP'ê bi Seroka Parlamenta Katalonya re rûnişt
Heyetek ji DBP'ê li Katalonyayê bi Seroka Parlamentê Llûîs re rûnişt. -
Hekîm: Tirkiye zêdegaviyê dike
Hevgiriya Neteweyî ya Şîa, ku li Iraqê tevgera herî bi bandor a siyasî ye, xwest ku dewleta Tirk ji Iraqê derbikeve. Serokê Hevgiriyê Emmar Hekîm got, "Tirkiye zêdegaviyê dike." -
Haydar Ebadî wê çeperên şer ên li Kerkûkê ziyaret bike
Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî, ji bo amadekariyên operasyona Mûsilê li cih lêkolîn bike, îro tê serdana Kerkûkê. -
TŞYG: AKP a faşîst wê hesabê komkujiyan bide
Komîteya Kurdistanê ya TŞYG'ê got, "Ji her deverê êrîş dikin û temenê xwe dirêj dikin. Êrîşa wan ji tirsa xezaba wan e. Tirsa wan jî wê were serê wan. Desthilatdariya faşîst a AKP'ê wê hesabê komkujiyên li Kurdistanê bi giranî bide." -
Demîrtaş li kongreya Syrîza axivî
Kongreya 2. a Syrîza dest pê kir. Demîrtaş tevlî kongrê bû û banga hevgirî û têkoşîna hevpar li dinyayê kir.