KCDK-E: Em nehêlin televîzyonên Kurdan bên girtin
KCDK-E: Xwedîderketina li qenalên televîzyonê yên Kurdan, erka esasî ye. Îro TV'yan digirin, wê sibê qirkirinê bikin, dusib gefê li jiyana Serok Abdullah Ocalan bixwin.
KCDK-E: Xwedîderketina li qenalên televîzyonê yên Kurdan, erka esasî ye. Îro TV'yan digirin, wê sibê qirkirinê bikin, dusib gefê li jiyana Serok Abdullah Ocalan bixwin.
Dîwana Serokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, Serokkomarê Tirk R. Tayyîp Erdogan ê hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê veguherandiye darbeyê, li dijî Kurdan, tevgera azadiyê ya Kurd, sosyalîst, demokrat û rewşenbîran bi ruhekî seferberiya faşîst dest bi êrîşê kiriye.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Dewleta Tirk û serkêşê wê Erdogan, ku bi her awayî bê exlaqiyê dikin, ji bo konsepta qirkirinê ya li dijî gelê Kurd bixin meriyetê, bi hemû hêza xwe êrîş dikin, jin-zarok her kesî didin ber guleyan û yên mayî jî davêjin binê zîndanan. Bi operasyonên sexte yên li dijî Fetûllah Gulen, DAIŞ û El Nûsra, raya giştî dixapîne û polîtîkayên qirkirinê yên li dijî gelê me dimeşîne, vedişêre."
KCDK-E destnîşan kir, ku operasyonên hikûmeta AKP'ê yên di dema dawî de li dijî çapemeniya Kurd û mûxalîf tê kirin, êdî baştir tê fêhmkirin ku ji bo nixumandina qirkirina fîzîkî ya dijî gelê Kurd e.
Dîwana Serokatiyê ya KCDK-E da xuyakirin, ku dîktator Erdogan qîma xwe bi girtina 12 qenalên TV, 11 qenalên radyoyê û bi dehan rojname-kovaran naniye, di heman demê de bi bikaranîna derfetên xwe yên polîtîk û ratnê, Med Nûçe û Newroz TV daye girtin. Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Erdogan û desteya wî ya şer, ku bûne dîktator, bi rêveberiya yek şexsî re derketine asta sîstemeke teokratîk û li ser vê bingehê Tirkiye avêtine hembêza faşîzmê, hin dewletên li qada navneteweyî û hêzên herêmî yên li Rojhilata Navîn ber bi xwe ve kişandine û dixwazin qirkirina li dijî gelê Kurd kûrtir bikin. Helwesta li dijî çapemeniya Kurd nîşan dide, amadekirina bingeha komkujiya giran e.
Erdogan, tevî hin hêz û dewletên li qada navneteweyî, şîrketa peykê ya bi navê Eutelsatê jî ber bi aliyê xwe ve kişandiye. Bi îhaleyan û bertîleke mezin, bi hêsanî şîrketa Eutelsatê kirî ye. Şîrketa Eutelsatê ku Alîkarê Serokê wê yê Rojhilata Navîn û Afrîkayê û midûrê ji bazara li vê qadê berpirsyar Tirk in, bêyî xwe bispêre pîvaneke hiqûqî û qanûnî, weşanên Med Nûçe û Newroz TV biîr. Ev yek nîşan dide, bê têkiliya navbera şîrketê û dewleta Tirk gihîştiye asteke çiqasî qirêj.
Ev yek jî radixe pêş çavan ku hin dewletên Ewropayê bûne hevparê sûcê van têkiliyên qirêj ên dewleta Tirk. Em dixwazin bêjin; ev hevkariya sûc bi qasî ku qirkirina bi navê 'konsepta Srî Lankayê' bixe meriyetê, wê mezin bibe. Wateya girtina televîzyonên Kurd ên li Ewropayê weşanê dikin, ev e. Xuya ye ev şîrketa Eutelsatê wê li dijî qenalên din ên Kurd heman polîtîkayê bimeşîne. Hedef qirkirin e, beriya qirkirinê bêdengkirina çapemeniyê ye.
Di rewşe heyî de girîng e Kurd bêhtir bi hesasî tevbigerin û dengê xwe bi rengekî rêxistinbûyî bilindtir bikin. Lazim e li gorî rastiya gelekî ku xeteriya qirkirinê li pêşiyê ye, tevbigere. Qirkirin li ber derî ye. Faşîzma Tirk û navneteweyî dixwazin hemû nirx û derfetên gelê Kurd ji holê rakin. Lewma tiştek bi tenê heye, ku divê were kirin: 'Rabûna li ber vê ye'. Xwedîderketina li qenalên TV ku gund, çav û yekane çavkaniya nûçeyan a gelê Kurd e, wezîfeya esasî ya her kesî ye. Îro TV'yan digirin, wê sibê qirkirinê bikin, dusib gefê li jiyana Serok Abdullah Ocalan bixwin.
Em bang li Kurdan û hemû dostan dikin, ku li her cihê lê ne Eutelsatê protesto bikin, bi rêya e-maîlê nameyên protestoyî bişînin, faksan bişînin, li Fransayê jî li ber avahiya navendî ya Eutelsatê bi rengekî bêdawî çalakiyan lidar bixin."