HDP: Peywira me ya ji bo şehîdên aştiyê ew e ku em aştiyê pêk bînin
Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê diyar kir peywira wan a bingehîn a ji bo kesên ku di êrîşa gara Enqerê de jiyana xwe ji dest dayin pêkanîna aştiyê ye.
Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê diyar kir peywira wan a bingehîn a ji bo kesên ku di êrîşa gara Enqerê de jiyana xwe ji dest dayin pêkanîna aştiyê ye.
Di daxuyaniyê de hate gotin 10’ê Cotmeha 2015’an mîtînga Ked, Aştî û Demokrasiyê bi dirûşma "Li dijî şer aştî aniha" pêk hatiye û li vir di encama êrîşa DAIŞ’ê de 102 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Di daxuyaniyê de bi berdewamî wiha hate gotin, "Divê em ji bîr nekin ji destpêkê ve Erdogan li gel ku ti rastiya wê nebû jî kete pişt gotina 'êrîşa kokteyl', ji bo ku nebêje komkujî ji hêla DAIŞ’ê ve hatiye kirin, tişta ji destê wî hatiye texsîr nekiriye. Lê hem nasnameya êrîşkaran û hem jî bi dehan têkiliyên têkildarî komkujiyê çespandiye ev komkujî bi destê DAIŞ’ê hatiye kirin.
Em ji bîr nekin, êrîşa herî mezin a di dîroka Komarê de piştî ku ji hêla Erdogan ve hate gotin, 'Kêşeya Kurd nîn e', 'Ez Mutebeqata Dolmbaahçeyê rast nabînim, mase nîn e û alî jî nîn in', piştî ku pêvajoya çareseriyê ji Nîsana 2015’an ve hate rawestandin, li Tirkiyê siyaseta şer û rageşiyê gav bi gav hate pêşxistin, piştî hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an AKP’ê piranîbûna desthilatdariya xwe ji dest da, bi hilbijrtina pêşwext a serokkomariyê re bi xebitandina polîtîkayên tundî û şer derkete holê."
Di daxuyaniyê de herî dawî hate gotin, "xebitandina polîtîkayên aştiyê, ji bo îro û siberoja gelên Tirkiyê û Rojhilata Navîn pêdiviyeke lezgîn e. Pêkanîna aştiyê di serî de ji bo şehîdên aştiyê yên ku di Komkojiya Enqerê de bi şîara 'Ji şer re na, aştî aniha' hatin cem hev û ber bi bêdawiyê ve hatin rêkirin û ji bo hemû canên me yên ku di têkoşînê de me ji dest dane berpirsyariya me ya sereke ye. Em weke hêzên demokrasiyê ji berpirsên komkujiyê teqez em ê hesab bipirsin û bikin ku werin darizandin."