Li Nannoverê, 9’ê Cotmehê hate protestokirin
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, Meclîsa Jinan a Ronahî, Ciwanên Azad, YXA, PYD û rêxistina çep a Elmanyayê komploya 9’ê Cotmehê hate protestokirin.
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, Meclîsa Jinan a Ronahî, Ciwanên Azad, YXA, PYD û rêxistina çep a Elmanyayê komploya 9’ê Cotmehê hate protestokirin.
Nêzî 1500 kes di saet 14:30’an de li pêşiya Stasyona Trenê kom bû, dest bi meşê kirin. Di meşê de pankartên mîna “Hembûna me Serokê me ye”, “Dem dem parastina Serokê me ye” û têkildarî tarikirina weşana çapemeniya azad û muxalîf û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PYD, KJK, YXK, YPG, YPJ, YBŞ, Ciwanên Azad, Nav-Zek’ê hildan. Di tevahiya meşê de belvokên têkildarî komploya 9’ê Cotmehê hatin xwendin û belavkirin. Girseya ku ber bi rêya herî qelebalix a Hannoverê ve meşiyan dirûşmên mîna “ Kujer Erdogan”, “Faşîst Erdogan” û “Dijminê demokrasiyê Erdogan” qîr kirin.
Li Konîgswetherplatz jî mîtîngek hate lidarxistin. Li vir li ser navê NAV-DEM’ê Tahîr Koçer axivî. Piştî axaftinan çalakî bi dirûşman ve bi dawî bû.