Li Kopenhangê 9’ê Cotmehê hate protestokirin
Li paytext Kopenhang a Danîmarkayê 9’ê Cotmehê komploya navneteweyî bi meş û mîtîngekê hate protestokirin. Her wiha di mîtîngê de biryara reşkirina welanên çapmeniya azad û muxalîf jî hate protestokirin.

Di çalakiyê de Meclîsa Gel a Kurd a Demokratîk a Danîmarkayê daxuyaniyek da. polîtîkayayên heladinê yên Komploya 9’ê Cotmeha sala 1998’an û 15’ê Sibata 1999’an destpêkirî, îro ji aliyê rejîma Erdogan û AKP’ê ve dewam dike.
Piştî axaftinên ku bal kişande ser tarîkirina weşana çapmeniya azad û muxalîf û şûn de meşek hate lidarxistin. Meşa ku ji Vesterbros Torvê destpê kir heta pêşiya Şaredariya Kopenhangê bi mîtîngekê dawî bû.
Mîtîng bi deqeyk rêzgirtinê destpê kir. Piştî daxuyaniya ku li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Danîmarkayê û şûn de dostê Kurdan û aktivîs Annette Mork belavoka Navenda Civaka Kurd a Danîmarkayê xwend û anî ziman ku Sosyalîstên Danîmarkî PKK’ê mîna rêxistinekî rizgariya gel dibîne û yê terorîst Erdogan e.