Zêdeyî 10 hezar Elman û Kurd ji bo aştiyê li Berlînê meşiyan
Zêdeyî 10 hezar kesên tevlî çalakiya aştiyê ya li paytexta Elmanya Berlînê bûn, bi qîrîna dirûşmên "Na ji şer û rakirina çekê re" "Erê ji aştî û diyalogê re" meşiyan.
Zêdeyî 10 hezar kesên tevlî çalakiya aştiyê ya li paytexta Elmanya Berlînê bûn, bi qîrîna dirûşmên "Na ji şer û rakirina çekê re" "Erê ji aştî û diyalogê re" meşiyan.
Kurdistanî bi pêşengiya Meclîsa Jinê Dest-Dan a Berlînê beşdarî meşa aştiyê bûn.
Nûnerên NAV-DEM Berlîn, Ciwanên Azad Berlîn, DÎDF, ATÎK, Ver.dî, Yekîtiya Dêran, Dîe Lînke, DKP, MLPD, Antîfa, Kurdistan Solîdarîtaet û bi dehan saziyên din ên banga tevlîbûna meşê kirin, li Aleksanderplatzê li hev civiyan. Girseya gel pankarta bi nivîsa "Bila çek bêdeng bibin! Li şûna şerê NATO'yê, bila hevkarî were kirin! Li şûna tesfiyekirina mafên civakî, bila bêçekbûn bê kirin" vekir û dest bi meşê kir.
Li qadê jî li ser navê saziyan axaftin hat kirin û hat ragihandin, ku ji ber şerê berjewendiyan ên hêzên emperyalîst li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê, bi sed hezaran mirov mirin e û bi mîlyonan mirov jî weke mexdûrên şer penaber bûne.
Qisekeran her wiha bal kişandin ser komkujiyên li Kurdan tên kirin û hat xwestin, dewleta Tirk û Erdogan ên destekê didin DAIŞ'ê û Sûriye dagir kiriye, werin sekinandin.
KURD BI XURTÎ TEVLÎ MEŞÊ BÛN
Ji ber ku meş di salvegera komploya 9'ê Cotmehê de pêk hat, Kurd bi xurtî tevlî bûn. Kurdistaniyan wêneyên Ocalan û alên YPJ'ê hildan. Her wiha bi rêya dowîzan bal kişandin ser girtina Med Nûçe û zext û zordariya li çapemeniya Kurd şermezar kirin. Di dema meşê de li ser navê Meclîsa Jinê ya Dest-Dan Berlîn daxuyaniyek hat dayîn û ji Ewropayê hat xwestin, ku li pêşberî komkujiyên li Kurdistanê tên kirin, bêdeng nemîne. Meclîsa Jinê bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Destekkirina têkoşîna gelê Kurd a ji bo azadiya Rêberê wan, destekkirina aştiyê ye."
Di meşê de Kurdistaniyan dirûşmên "Dawî li şerê li Kurdistanê bînin", "Terorîst Tirkiye, terorîst Erdogan", "Bijî piştgirya şoreşgerî" û "Jin jiyan azadî" qîriyan.
Çalakiya aştiyê piştî meşa heta Brandenbûrger Tor, bi mîtîngekê qediya.