MSU li ber girtina medya mûxalîf û azad rabû

MSU têkildarî zextên li çapemeniya azad û mûxalîf tên kirin daxuyaniyek weşand û got, "Bi her rê û rêbazê hewl tê dayîn dengê mûxalefeta demokratîk were birîn û rejîmeke ji yek tîpî, antî demokratîk û otorîter were avakirin."

Yekîtiya Suryaniyên li Ewropayê (MSU) daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, dewleta Tirk di sedsala 21'an de careke din polîtîkayên înkar û tinekirinê li dijî gelên Rojhilata Navîn xistiye dewrê.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser girtina akademîsyen, siyasetmedar, parêzvanên mafên mirovan û hat gotin, "Bi dehan rojname, radyo û qenalên televîzyonê yên bi Kurdî, zaravayê Zazakî û zimanê Tirkî weşanê dikin, hatin girtin. Li rojnamevanên li van organên çapemenî weşanê dixebitin, bi her awayî zext tê kirin. Bi her rê û rêbazê hewl didin dengê mûxalefeta demokratîk bibirin û rejîmeke ji yek tîpê, antî demokratîk û otorîter ava bikin."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku tevî binpêkirina azadiya ramanê û çapemeniyê, qenalên televîzyonê yên zarokan, muzîkê û radyoyê hatine girtin û weşana qenala Med Nûçe li ser daxwaza hikûmeta TC ji aliyê Eutelsatê ve hatiye birîn."

MSU bang li Yekîtî û Konseya Ewropayê kir, ku li dijî van kiryarên AKP'ê derkevin û got, "Lazim e gelê Suryanî jî li pêşberî vê rewşê bêdeng nemîne û xwedî li çapemeniya azad demokratîk derkeve. Weke Yekîtiya Suryaniyên li Ewropayê, em girtina ÎMC TV, TV 10, Hayatin Sesî, Jiyan TV, Zarok TV, Ozgur TV û radyo, Med Nûçe û bi dehan organên çapemeniyê yên hatine girtin û qedexekirin, şermezar dikin. Em banga piştgiriyê li raya giştî ya cîhanê dikin."