BI DÎMEN

Li Hambûrgê komploya 9’ê Cotmehê bi meşekê hate şermezarkirin

Meşa ku di pêşengtiya Meclîsa Jinan a Rojbîn saet 16:00’an de li Hachmannplatz destpê kir.

Di dema meşê de nivîskar Anja Flach axivî û diyar kir ku bi girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hûn nikarin xeta îdeolojiya ku afirandî dawî bikin, îro bi taybet li Rojava xeta xwerêveberiya demokratîk a ku bi fikrê Ocalan e kete meryetê.

Flach destnîşan kir ku rewşa ku jina Kurd niha gihiştiyê, îro ji aliyê jinên cîhanê ve weke mînak tê dîtin. Flaceh diyar kir ku divê Ocalan bê azadkirin, ji bo aştî û demokrasî li Rojhilata Navîn bê afirandin.

Meş bi mîtînga ku li Gaensemarktê hate lidarxistin ve bi dawî bû.

 

...