Li Swêdê, civînên li ser tecrîdê

Ji parêzerên Ocalan Mazlûm Dînç, li bajarên Stockholm, Gavle, Borlange û Goteborg ên Swêdê tevlî civînên gel bû û têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşîna hiqûqî a li dijî tecrîdê, agahî da Kurdistaniyan.

Dînç da xuyakirin, ku ji sala 1999'an û vir ve Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava tecrîdeke giran de tê girtin û hemû mafên wî yên bingehîn ên bi qanûnên navneteweyî û qanûnên Tirkiyeyê hatine naskirin, ji destê wî hatine girtin.

Parêzer Dînç diyar kir, hevdîtina malbatê û parêzeran jî li dijî Ocalan weke amûreke siyasî ya şantajê tê bikaranîn û got, "Hikûmeta ku mafên bingehîn ên Birêz Ocalan ji dest girtiye, vê vaneşêre û bi rengekî vekirî ji medyayê re eşkere dike. Bi awayekî vekirî dibêje, ew nahêle parêzer û malbat hevdîtinê bikin."

Dînç bal kişand ser têkoşîna xwe ya hiqûqî ya li dijî polîtîkaya tecrîdê ku li Tirkiye û qada navneteweyî dimeşînin û anî ziman, ku tevî hemû hewldanên wan jî nikarin encameke erênî bi dest bixin. Dînç diyar kir, ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve bi bahaneyên bêbingeh ên weke 'keştî xerabe ye', 'rewşa hewayê nebaş e' destûr ji wan re nayê dayîn ku biçin dîtina Ocalan.

Dînç da xuyakirin, ku ew bi rengekî bi rêk û pêk raporan i ser tecrîdê dişînin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) û Komîseriya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, lê belê ev sazî û welatên Ewropayê bi rengekî cidî li ber tecrîdê ranabin.

'DIVÊ HER KES LI BER RABE'

Dînç di dewama axaftina xwe de got, "Ev yek durûtî ye. Divê raya giştî ya Ewropa û cîhanê vê durûtiyê bibîne û helwestê nîşan bide. Di serî de welatên Ewropayê, dewlet li gorî berjewendiyên xwe yên siyasî, binpêkirina mafên bingehîn û azadiyê ji nedîtî ve tên. Dema mijar Birêz Ocalan be, ku gelê Kurd wî weke vîna xwe dibîne, bêdeng dibînin. Ev bêdengî ne ya qebûlkirinê ye. Ji bo parçekirina tecrîd û sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê, lazim e her kes bi rengekî demokratîk nerazîbûna xwe nîşan bide."

Di civîna agahdarkirinê ya Goteborgê de Berdevkê Polîtîka Derve ya Partiya Çep a Swêdê Hans Lînde, hin rêveberên vê partiyê û Papazê Suryanî Abraham Garîs jî amade bûn. Dînç piştî civînê bi qasî saetkê bi Hans Lînde û rayedarên din ên Partiya Çep re bi qasî saetekê hevdîtin kir.

Parêzer Dînç wê civînên li ser tecrîdê li Norwêc û Danîmarkayê bidomîne.

...