Şehîdên aştiyê di savlgera pêşî ya komkujiya Enqerê de hatin bibîranîn

Koordînasyona Ked û Demokrasiyê ya Stenbolê di salvgera pêşî ya Komkujiya Enqerê deli Meydana Îskelê ya Kadikoyê şehîdên komkujiyê bi bîr anîn.

Di protestoyan de desthilatdariya AKP/Qesrê hate şermezarkirin, sond hate dayîn ku ji kujera hesab bipirsin û têkoşîna aştiyê xurt bikin.

Di salvgera pêşî ya komkujiya Enqerê de Koordînasyona Ked û Demokrasiyê li Meydana Iskele ya Kadikoyê li hev civiyan û şehîdên ku jiyana xwe ji dest dayin bi bîr anîn.

YILIDIRM: FAŞÎZM FÎNALA XWE DIJÎ

Wekîlê HDP’ê yê Mûşê Ahmet Yildirim di bîranînê de axivî û got, ‘’Em aştîxwaz vê komkujiyê weke mîladekê qebûl dikin.’’ Yildirim di berdewamiya axaftinê de wiha anî ziman: ‘’Faşîzm fînala xwe dijî, ji bo vê jî di mijara demokrasî, azadî û aştiyê de divê em têkoşînê geş bikin.’’ Yildirim bal kişande ser destpêka Komploya Navdewletî ya 9’ê Cotmehê û got, hêzên ku ev komplo girêdan ew bû kul i vî welatî yên xwedî mezheb, zimanan bi hev bidin kuştin. Yildirim diyar kir komkujiya Enqerê parçeyek ji komploya 9’ê Cotmehê ya 1998’an e.

 ‘ARMANCA ME TENÊ AŞTÎ BÛ’

Li ser navê TTB’ê Samet Menguç jî axivî û got, ‘’Tenê armancek me hebû, ev jî aştî bû. Lê di saet 10.04’an de bi teqîna bombeyê me însanên xwe didin ku weke qerefîlan li erdê ketin. Li vê derê du kesên ku hûn wêneyên wan dimirin di hembeza min de mirin. Otopsiya 56 kesên ku jiyana xwe ji dest dayin min li vê qadê kir. Lê ez ji bo ku daxwaza aştî, biratiyê û însanetiyê çûbûme wir.’’

...