Komploya 9'ê Cotmehê li Atîna û Arnhemê hat şermezarkirin
Komploya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li paytexta Yewnanîstan Atînayê û li bajarê Arnhem ê Hollandayê hat şermezarkirin.
Komploya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li paytexta Yewnanîstan Atînayê û li bajarê Arnhem ê Hollandayê hat şermezarkirin.
Li paytexta Yewnanîstan Atînayê, ev 4 roj in li meydana Sîntagma ya li pêşiya parlamentê stant hatiye vekirin û li ser mijarê raya giştî tê agahdarkirin. Bi sedan Kurdistaniyên danê êvarê saet di 17:00 de li meydana Sîntagmayê li hev civiyan, bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Lef Lef Lefterîa Ocalan", "Bimire komploya 9'ê Cotmehê" dest bi meşê kirin. Girseya gel li ber Nûnertiya Yekîtiya Ewropayê ya li Yewnanîstanê çalakiya rûniştinê pêk anîn û piştgiriya Ewropayê ya ji bo Erdogan şermezar kirin. Çalakgeran piştre berê xwe dan Sefaretxaneya Tirk a li Atînayê û mîtîngek li vir pêk anîn. Li ser navê Meclîsa Gelê Kurd a li Yewnanîstanê Kendal Semsûr, daxuyaniyek da û destnîşan kir, ku heta komploya 9'ê Cotmehê bi temamî pûç bibe ew ê têkoşîna xwe bidomînin. Rêxistina ciwanan a Syrîza jî tevlî çalakiyê bû.
ARNHEM
Komploya 9'ê Cotmehê li bajarê Arnhem ê Hollandayê bi meşekê hat şermezarkirin. Di çalakiyê de Kurdistanî û gelek dostên wan amade bûn. Çalakgeran dirûşmên "Ji Ocalan re azadî", "Bijî Serok Apo" qîriyan. Beşdarên çalakiyê dan xuyakirin, ku heta Ocalan azad bibe, ew ê çalakiyên xwe dewam bikin.