Li Dormûndê ji bo azadiya Ocalan meş
Komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê bi meşekê hate protestokirin. Di meşê de bi dirûşman azadiya Ocalan hate xwestin.
Komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê bi meşekê hate protestokirin. Di meşê de bi dirûşman azadiya Ocalan hate xwestin.
Salvegera 18. a Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate lidarxistin li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê bi meşekê hate protestokirin. Meşa ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurd ên Ewrop (TJK-E) ve hate lidarxistin, ji stasyona trenê ya navenda Dortmnûndê destpê kir. Di meşa ku posterên Ocalan hate hilgirtin de pankarta bi nivîsa “Em Komploya 9’ê Cotmehê Mehkûm Dikin” vekirin û dirûşmên “Bijî Serok Apo” qîr kirin. Her wiha di meşê de dirûşmên tim azadiya Ocalan dihat xwestin hatin berzkirin. Bi dirûşman jî Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan hate lenetkirin û şermezarkirin.
Kurd nêzî saetekê li navenda bajêr meşiyan, li navenda bajêr jî mîtîngek li dar xistin. Li aliyê din di meşê de reşkirna weşanên Med Nûçe TV û mûxalîf hate şermezarkirin.
‘EM JIYANEKÎ BÊ OCALAN QEBÛL NAKIN!
Li vir li ser navê TJK-E Çîçek Qamişlo axivî û diyar kir ku komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin hê destpêke û wiha got: “Di kesayeta Rêbetiya me de xwstin ku Tevgera Azadiya Kurd û gelê me tine bikin. Xwestin ku dîrokê dûbare bikin. Em hemû hêzên ku pişt vê çalakiyê cih girtine şermezar û lenet dikin. Em roj ji bo gelê Kurd rojên reş in. Lê bi ser neketin, ser nakevin jî. Îro li çar parçeyên Kurdistanê di serî de jin hemû gelê me ji bo azadiya Rêbetiya xwe qîr dikin, têkoşîna rizgariyê dikin. Em çand, ziman û nasmaneya xwe bi Rêbertiya xwe re nas kir. Yê ku me bi cîhanê dayî naskirin ew e. Ji bo vê qet û qet gelê me jiyanekî bê Rêbetî qebûl nake.”
Qamişlo diyar kir ku di kesayeta Ocalan de komplo dewam dike û wiha anî ziman: “Tevî hemû hewldanên aştiyê yên Rêbertiya me, hikûmeta AKP’ê şer dide pêş û sûcê mirovatiyê dike. Herêman vedigerîne qadên şer, dixwaze pêşeroja gelan tarî bike.”
Qamişlo qetlîama ku çeteyên DAIŞ’ê yên li Hesekê pêk anîn jî şermezar kir û wiha pê de çû: “Duh li Dîlokê îro li Hesekê êrîşî gelê me dike. Bi hovane bombe li ser gelê me dibarînin. Li pişt vê rejîma AKP’ê heye.
Piştî axaftinan mîtîng bi dirûşman ve bidawî bû.