Li Edeneyê polîsan zarokek bi giranî birîndar kir

Li Edeneyê polîsan êrîş bi ser ciwanên ku komploya 9’ê Cotmehê portesto dikirin, zarokê bi navê Omer Onen ê 15 salî giran birîndar bû.

Li Taxên Daglîoglî, Gulbahçe, Karasû, Havûzlûbahçe yên Edeneyê ciwanan bi armanca 9'ê Cotmehê destpêkirina komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin, çalaki pêk anîn. Polîsan êrîşî koma ciwanan kir û zarokê 15 salî yê bi navê Omer Onen bi giranî birîndar kir. Polîsan di êrîşan de gule bikar anîn û ciwanê 15 salî Omer Onen bi çekê birîndar kir.

Onen, rakirin nexweşxaneyek taybet û piştre sewqî Nexweşxaneya Balica ya Zanîngeha Çukurova kir. Di bûyerê de gelek kes hatin binçavkirin. Bûyer û şerê li taxan berdewam dike.

Li Taxa Şakirpaşa ciwanan bi polîsan re şer kirin. Polîsan bi TOMA êrîş pêk anîn û şer derket.