BI DÎMEN

'Zexta komplokeran me hê bêhtir bi azadiyê ve girê dide'

Kurdistaniyan, di salvegera 18. de komploya navneteweyî nirxandin û gotin, heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê têkoşîna wan bidome.

Kurdistaniyan, di salvegera 18. de komploya navneteweyî nirxandin û gotin, heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê têkoşîna wan bidome.

'EM Ê TIMÎ LI BER XWE BIDIN, JI BER KU EM GELEKÎ AZADÎXWAZ IN'

SARYA ÇEWLIK: Ji bo şermezarkirina komployê em îro daketine qadan. Komploya di 9'ê Cotmeha 1998'an de li dijî Rêberê me hat kirin, îro bi rengê cuda dewam dike. Di vê komploya navneteweyî de destê tevahiya sîstema cîhanê heye. Îro jî di komkujiyan de, ku li dijî gelê Kurd tên kirin, destê Ewropayê heye. Eger bi hêza ji Ewropayê digire re komkujiyan tîne serê Kurdan. Erdogan-Dewleta Tirk dixwazin Kurdan biqedînin. Lê belê wê ji wan neyê. Em li ber xwe didin. Ji ber ku ev zext û zordarî Kurdan hê berxwedêr û têkoşer dikin. Hê bêhtir bi têkoşînê ve girê didin. Ji ber ku em gelekî azadîxwaz in.

'BILA KOMPLOKER VÊ BAŞ ZANIBIN; BERXWEDANA GEL WÊ SEROK AZAD BIKE'

OSMAN DOSTASLAN: Beriya her tiştî, ez komployê şermezar dikim. Bi vê armancê tevlî meşê bûm. Komplo hê jî dewam dike. Divê Kurd li ber vê rabe û xwedî li Rêberê xwe derkeve. Em li ku dibin bila bin, ibi her rengî divê em xwedî li Rêberê xwe derkevin. Vê bang li gelê me yê li Ewropayê dikim: Lazim e ti kes bêdeng nemîne. Li her welatî û bajarî divê em xwedî li saziyên xwe derkevin. Welatên di nava komployê de cih girtin, pêwîste vê baş zanibin: Ji wan heye ku wan Rêberê me ji gel qut kirine, lê em ti carî Rêberê xwe bi tenê nahêlin. Heta azad bibe, em ê têkoşîna xwe li qadan bidomînin. Ez bawerim, wê hêza gelê Kurd Rêberê me azad bike.

'RÊBERTÎ Û KURD WÊ DI DAWIYA DAWÎ DE AZAD BIBIN'

HUSEYÎN OSMAN KOBANÊ: Hûn jî dibînin, ji çar parçeyên Kurdistanê em îro li hev civiyan e, dimeşin û li her çeperê li ber xwe didin. Bi daxwaza azadiya Rêber Apo û Kurdistanê ez tevlî meşê bûm. Ez bawerim, gelê Kurd wê di dawiya dawî de bi ser bikeve. Wê gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd azad bibin. Dewleta Tirk ne tenê li Bakur, li parçeyên din ên Kurdistanê jî bi rêya hêzên xwe yên paravan hovîtiyê dike. Ti wijdan nikare vê hovîtiyê rake. Cîhan tev dizane, her kes îqna bûye, ku wê parçeyên Kurdistanê Bakur, Rojava, Başûr û Rojhilat azad bibin. Em Kurd bibin yek, bi hev re tevbigerin, ev têra azadiya me dike. Ez bi xwe ji Rojava me, ji Kobanê me. Çawa ku me li Kobanê bi ser xist û niha Kobanê azad e, Rêberê me û çar parçeyên Kurdistanê jî wê azad bibin.