Ji bo Ocalan li Novara û Rennesê çalakî hatin lidarxistin
Bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê, li bajarê Novara yê Îtalyayê û li bajarê Rennes ê Fransayê çalakî hatin lidarxistin. Di van çalakiyan de daxwaza azadiya Ocalan hat kirin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
yekşem, 9 kewçêrê 2016, 07:02
Bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê, li bajarê Novara yê Îtalyayê û li bajarê Rennes ê Fransayê çalakî hatin lidarxistin. Di van çalakiyan de daxwaza azadiya Ocalan hat kirin.
RENNES
Li bajarê Rennes ê Fransayê bi şiyara "Hûn nikarin roja me tarî bikin" çalakiyek hat lidarxistin û lenet li komploya navneteweyî hat anîn.
Li ser banga Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Fransayê (CDK-F), li bajarê Rennes ê li rojavayê Fransayê, danê êvarê li meydana Place Colombîa çalakî hat lidarxristin. Kurdistanî bi qasî 4 kîlometreyan ji vir meşiyan û dirûşmên "Ji Ocalan re azadî" qîriyan. Di çalakiyê de belavokên li ser rewşa Ocalan û armancên komploya navneteweyî hatin belavkirin.
Piştî meşê, girseya gel hat meydana Repûblîqûe û li vê derê, li ser navê Amitiés Kurdes de Bretagne (Komeleya Dostaniya Kurd-Broton) û Komeleya Civaka Demokratîk a Kurd a Amara, axaftin hat kirin. Qisekeran di salvegera 19. a komploya navneteweyî de lenet li hemû dewlet û hêzên siyasî yên tevlî komployê bûn, anîn.
Qisekeran diyar kirin, gelê Kurd bi qasî ku van tifaqên qirêj pûç bike, rêxistinbûyî û zane ye û destnîşan kirin, ku ew ê serî li ber zextan netewînin. Nûnerê Amitiés Kurdes de Bretagne jî piştgiriya xwe ya ji bo gelê Kurd bilêv kir.
NOVARA
Komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê li bajarê Novara yê li bakurê Îtalyayê hat şermezarkirin. Gelek Kurdistanî û dostên wan ên Îtalî beşdarî çalakiyê bûn. Ji sendîkaya USB nûner Felîce Annî li vir peyivî û got, Kurd û PKK ên li dijî DAIŞ'ê şer dikin, nabe ku weke rêxistina terorê werin dîtin. Annî xwest, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derhal bê berdan û got, ew ê timî piştgiriyê bidin gelê Kurd.
Jineke Îtalyayî bi kincên ji nîşaneya gerîla tevlî çalakiyê bû. Û polîsan bi hinceta vê yekê dest li çalakiyê werdan. Her wiha polîsan dest li ala PKK'ê ya li milê ciwanekî Kurd ê govend digeran kirin. Ji ber vê destwerdanê ji bo demeke kurt di navbera çalakgeran û polîsan de alozî derket. Piştî vê aloziyê çalakiyê dewam kir û dirûşma "Em hemû PKK'yî ne" hat qîrîn.