Komploya 9’ê Cotmehê li Adîgeyê hate şermezarkirin

Kurdistaniyên ku li Komara Xweser a Adîgey a Rûsyayê dijîn, komploya 9’ê Cotmehê şermezar kirin. Hanim Mamedova di civînê de axivî û wiha got: “Hêzên ku îro li hember tecrîd û êşkenceyê bêdeng dimînin, hevkarê sûcê qirkirina Kurdan in.”

Kurdistaniyên ku li Mala Kurda ya li Komara Xweser a Adîgey a girêdayî Federasyona Rûsya, komploya 9’ê Cotmehê protesto kirin. Bi vê bomeyê civîna gel a ku hate lidarxistin bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di civînê de yek ji rêveberên Organîzasyona Jinên Kurd ên Adîgeyê Hanim Mamedova axivî û têkildarî komploya naveteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pêk anîn nirxandin kir.

Mamedova bal kişand ser komploya 9’ê Cotmehê ku Ocalan ji Sûriyeyê derket û 15’ê Sibata 1999’an bi alîkariya hêzên hekonomîk li paytext Naîrobî ya Kenyayê bi awayekî bê hiqûq radestî Tirkiyeyê hate kirin. Mamedova bêdengbûna van welatan a îro li dijî tecrîdê û polîtîkayên şerê taybet jî şermezar kir.

Mamedove, bêdengbûna li dijî rejîma êşkenceya li Îmraliyê tê wateya erêkirina qirkirina li Bakurê Kurdistanê tê meşandin û wiha anî ziman: “AKP nagihîje armancên xwe, wê Rêberê Gelê Kurd Ocalan azad bibe û Kurdistana azad bê avakirin.

Rêvebera Organîzasyona Jinan Mamedova diyar kir ku gelê Kurd êdî azadiya Ocalan dixwazin bibînin û wiha pê de çû: “Tevgera Azadiya Kurd û Tevgera Azadiya Jinê bi hedefa azadkirina fîzîkî ya Ocalan têkoşîna xwe dewam dike. Daxwaz û hêviya gelê me ev e. Em carekî din komploya 9’ê Cotmehê şermezar û lenet dikin. Em weke jin ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan hê bêtir têkoşînê bilind bikin.”

Civîn piştî axaftinan, bi dirûşmên dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bi dawî bû.

...