BI DÎMEN

Li Kolnê bi hezaran kesî komploya 9’ê Cotmehê protesto kirin

Li bajarê Koln ê Elmanyayê ji aliyê Yekîtiya Jinên Kurd ê Elmanyayê (JJK-E) bi beşdariya hezaran kesî komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê çalakiyek hate organîzekirin.

Çalakiya ku AGÎF, MLPD jî di nav de gelek sazî û rêxistinan ve hate piştgirîkirin, Kurdistanî û dostên  ku li Dusseldorf,Koln,Boon û  ji derdorî wê hatin beşdar bûn.

Girser li Eberplatzê kom bûn, bi dirûşim, sirûd û posterên Ocalan dest bi meşê kirin. Di tevahiya meşê de dirûşim hatin qîrkirin, dirûşim û belavok hatin belavkirin.

Li Neûmarket jî mîtîngek hate lidarxistin. Mîtîng bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Li ser navê YJK-E’yê axaftin hate kirin. Di axaftina de bal hate kişandina ser komploya li ser Ocalan û di kesayeta Ocalan de li ser gel jî tê ferzkirin.

Nivîskar Azîz Tûnç û nûnerê MLPD’ê Mathîas Saûter û ji AGÎF’ê jî Şafak Denîz jî axivîn.

 

...