BI DÎMEN

Li Kasselê komplo hate protestokirin

Li bajarê Kassel ê Elmanyayê komploya 9’ê Cotmehê û êrîşên li ser çapemeniya azad û muxalîf bi çalakiyekê hate protestokirin.

Kurdistaniyên ku li Kassel û derdora wê dijîn, li pêşiya Postaneya Navenda Kaselê kom bûn, gava yekem a komploya 9’ê Cotmeha 1998’an ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hate, girtinên tv û radyoyên çapemeniya azad û muxalîf û bi qeyûman desteserkirina Şaredariyên DBP’ê hatin protestokirin.

Masa ku ji postaneya navendê destpê kir heta Frîedrîceh Platz dewam kir. Li vir mîtîngek hate lidarxistin. Hevseroka KCDK-E’yê Yûksel Koç axiv.

Piştî axaftinana mîtîng bi dirûşman ve bi dawî bû.

...