Li Viyanayê komplo hate protestokirin
Li paytext Viyana ya Awûstûryayê Kurd û dostên wan komploya 9’ê Cotmehê bi meş û mîtîngekê protesto kirin. Her wiha di mîtîngê de tarîkirina weşana çapmeniya azad û muxalîf jî hate protestokirin.
Li paytext Viyana ya Awûstûryayê Kurd û dostên wan komploya 9’ê Cotmehê bi meş û mîtîngekê protesto kirin. Her wiha di mîtîngê de tarîkirina weşana çapmeniya azad û muxalîf jî hate protestokirin.
Kurdistanî û dostên wan ên ku li Chrîstîan-Broda-Pkatz bi meş û mîtînga ku li dar xistî,18. Salvegera Komploya Navneteweyî şermezar û lenet kirin, azadiya Ocalan hate xwestin. Di meşê de reşkirina weşanên çapmeniya azad û muxalîf jî hate protestokirin.
Di meşê de alên YPG, PYD, PKK, KCK’ê hatin hildan, dirûşmên bi Elmanî “Artêşa Tirk ji Kurdisanê der keve” , “Tirkiye ya terorîst ji Rojava der keve” û “NATO fînase dike, Tirkiye bombe dike” qîr kirin. Di tevahiya çalakiyê de têkildarî komploya navneteweyî belavokên ku bi Elmanî hatin amadekirin, hatin belavkirin.