ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Stûttgartê Kurdekî din jî ji 129a tê darizandin
Kurdistaniyê bi navê Mûhlîs K. ku di Sibata 2016'an de bi îdîaya 'endametiya PKK'ê hat girtin, wê di çarçoveya xalên 129a-129b de bê darizandin. -
Li Bakurê Kurdistanê şerê taybet û AKP
Şerê taybet wek têgeha xwe ya giştî, bi giranî derûniya takekes û civakan armanc dike. Ev şer bi plan û zanebûn, bi rê û rêbazên pir zirav, li ser takekes û civakan tê sepandin. -
Bang li Qralîçeya Swêdê Sîlvîa hat kirin ji bo têkiliya bi rejîma AKP'ê re bibire
10 rojnamevan-nivîskar, şanoger, derhêner û hiqûqnasên Kurdistanî û Tirkiyeyî bang li Qralîçeya Swêdê Sîlvîa kirin ku hevkariya bi Tirkiyeyê re bide qedandin. -
Qirkirin û qanûna destavêtinê li Mullheîm û Zurîchê hatin şermezarkirin
Li herêma Mullheîm an der Rûhr a Elmanyayê, êrîşên qirkirinê yên li dijî HDP'ê hatin şermezarkirin. Li bajarê Zurîch ê Swîsreyê jî pêşnûme qanûna ku destavêtinê rewa dike, ji aliyê ciwanan ve hat şermezarkirin. -
Partiya Keskan: Xeterî mezin e ku balafirên Elman li dijî YPG'ê bên bikaranîn
Piştî ku dîktatorê Tirk Erdogan, ji bo operasyonên li Iraq û Sûriyeyê destek ji NATO'yê xwest, mîsyona balafirên keşfê yên Elman ên li Încîrlîkê careke din ket rojevê. -
Operasyonên qirkirina siyasî li Hannoverê hat protestokirin
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Hannoverê operasyonên qirkirina siyasî ya li dijî îradeya gelê Kurd pêk tê bi meşekê hat protestokirin. -
Nobeda Azadiyê berdewam dike: Çareserî; têkoşîna hevpar û berxwedan
“Nobeda Azadiyê” ya ku ji bo rêveber,şêwirmendên girtî yên Rojnameya Ozgur Gundemê hatibû destpêkirin berdewam e. Di çalakiyê de ji bo çareseriya li dijî faşîzma AKP’ê îşaret bi têkoşîna hevpar û berxwedanê hate kirin. -
Nobeda ji bo Ozgur Gundemê berdewam dike
Nobeda Azadiyê ya ku ji bo rêveber,şêwirmendên girtî yên Rojnameya Ozgur Gundemê hatibû destpêkirin berdewam e. -
Gundê Orta xirab, Selamye û Memîre yên Mûsilê hatin rizgarkirin
Fermandariya Operasyona Kontrolkirina Mûsil di operasyona rizgarkirina Mûsilê de 3 gundên din ên dikevin Bakûr û Başûrê rizgar kirine. -
Li Helebê 76 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
Di encama topbaranê de ku navbera hêzên rejîma Sûriyê û çeteyên Koalisyona Niştîmanî ya li bajarê Helebê 76 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 80 birîndar bûn. Cenaze li kolanan in. -
Rêxistina Efûyê li dijî girtina komeleyan dest bi kampanyayê kir
Rêxistina Efûyê li dijî girtina 370 komeleyên li Tirkiyeyê dest bi kampanyayê kir. Rêxistinê xwest, biryara girtinê derhal bê betalkirin û bes zext li mûxalîfan were kirin. -
Komkujiya Dersîmê û AKP - Selahattîn Erdem
Em ji dil û can bawer in ku wê bi sedan egîdên Dersîmî û Kurdistanî ku ji aliyê faşîzma AKP'ê ve hatin zindanîkirin, wê her wek Seyîd Riza û Mazlum Doganan serî netewînin û li ber xwe bidin. -
Salvegera damezrandina PKK'ê li Marbûrgê hat pîrozkirin
Salvegera damezrandina PKK'ê li gundê Fronhaûsen ê bajarê Marbûrgê hat pîrozkirin. -
Dewleta Tirk nahêle heyeta PES'ê biçe serdana Demîrtaş
Heyeta Partiya Sosyalîst a Ewropayê (PES) a bi serokatiya Segeî Stanîshev, ku ji bo serdana Demîrtaş çû Edîrneyê, ji ber astengiyên dewleta Tirk nekarî bikeve nava girtîgehê. -
Keskîn: Pêşnûme li dijî pîvana wekheviyê ye
Keskîn destnîşan kir, ku pêşnûmeya parlamenterên AKP'ê ya li ser zewicandina zarokan bi tecawizkaran re, li dijî pîvana wekheviyê ye. -
Faşîzma AKP/Qesrê li Goteborgê hat şermezarkirin
Li bajarê Goteborg ê Swêdê, ji bo şermezarkirina faşîzma AKP/Qesrê û piştgiriya ji HDP'ê re, mîtîngek hat lidarxistin. -
Li Frankfûrtê çalakiya bîranînê: Em ê xeyalên wan pêk bînin
Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê, gerîla Ahmet Can û Fatma Yagmûr ên di mehên Îlon û Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn. -
Kerestecîoglû: Hêviya me hûn in
Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Fîlîz Kerestecîoglû, li Danîmarkayê tevlî konferanseke bi mijara 'Plana B a li Ewropayê' û civîna gel bû. -
Nîşaneya krîza aborî: Mûçe nikarin bên dayîn
Ji ber polîtîkayên hikûmetê, Tirkiye dikeve nava krîzeke mezin a aboriyê. Nîşaneyên destpêkê yên vê krîzê der bûn. Mûçeyê ku dewlet dide extiyaran, ev demeke dirêj e ji hezaran kesî re nayê dayîn. -
CÎK: AKP û Erdogan dixwazin civakê bikin civakeke destavêtinê
Civaka Îslamî ya Kurdistanê li ser qanûna destavêtinê ya hikûmeta AKP'ê daxuyaniyek da û got, "Çêkirina qanûna destavêtinê, rabûna li ber Xwedê ye." -
Li Bagcilarê 5 wesayît hatin şewitandin
Li navçeya Bagcilar a Stenbolê 5 wesayîtên parkkirî hatin şewitandin. -
Li Swîsreyê civîna li ser kampanya xwedîderketina malbatan a li hev
Li bajarê Aaraû yê Swîsreyê, li ser kampanya xwedîderketina malbatan a li hev civînek hat lidarxistin. -
Kedkarê Ozgur Gundemê Mehmet Akyol li Zurîchê hat bîranîn
Kedkarê rojnameya Ozgur Gundemê Mehmet Akyol ê 6'ê Cotmeha 2016'an hat veşartin, li kantona Zurîch a Swîsreyê hat bîranîn. -
Cejna vejînê li Wûppertal, Essen û Lyonê hat pîrozkirin
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn cejna vejînê pîroz dikin. 38. salvegera damezrandina PKK'ê li bajarên Wûppertal û Essen ên Elmanyayê û bajarê Lyon ê Fransayê hat pîrozkirin. -
Şehîd li Parîs û Toûloûse hatin bîranîn
Şehîdên têkoşîna azadiyê li bajarên Parîs û Toûloûse yên Fransayê hatin bîranîn. Li Parîsê Şehîdên meha Cotmehê, li Toûloûse jî gerîlayên HPG'ê yên li Dersîmê jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn.