Partiya Keskan: Xeterî mezin e ku balafirên Elman li dijî YPG'ê bên bikaranîn
Piştî ku dîktatorê Tirk Erdogan, ji bo operasyonên li Iraq û Sûriyeyê destek ji NATO'yê xwest, mîsyona balafirên keşfê yên Elman ên li Încîrlîkê careke din ket rojevê.
Piştî ku dîktatorê Tirk Erdogan, ji bo operasyonên li Iraq û Sûriyeyê destek ji NATO'yê xwest, mîsyona balafirên keşfê yên Elman ên li Încîrlîkê careke din ket rojevê.
Parlamenterê Partiya Keskan ê ji polîtîkaya derve berpirsyar Jurgen Trîttîn hişyarî da, ku xeterî heye balafirên Elman li dijî Kurdan werin bikaranîn û xwest, balafir werin vekişandin.
Piştî ku Erdogan di civîna bilind a NATO'yê de bi 'terorîzmê' gef li welatên din xwar û xwest, li Iraq û Sûriyeyê hê bêhtir destekê bidin wan, mûxalefeta Elman li ber vê rabû.
Endamê Meclîsa Federal ê Partiya Keskan Jurgen Trîttîn da xuyakirin, ku divê balafirên keşfê Tornado yên Elman ên li Baregeha Încîrlîkê ne, bên vekişandin. Trîttîn li Stenbolê di civîna NATO'yê de ji Ajansa Nûçeyan a Elman (DPA) re axivî û diyar kir, xeterî gelekî mezin e ku agahiyên ji van balafiran werin girtin, li dijî milîsên Kurd ên li Rojava werin bikaranîn.
Trîttîn bibîr xist, ku tevî îtirazên hikûmeta Iraqê jî Tirkiye li vî welatî operasyonan dike û destnîşan kir, ev yek li dijî hiqûqa navneteweyî ye.
Trîttîn anî ziman, Tirkiye 'partnerê ne dilsoz' ê NATO'yê ye û bang li yekîtiyê kir ku hevkariya çekan û leşkerî ya bi Tirkiyeyê re bisekinîne.