Li Swîsreyê civîna li ser kampanya xwedîderketina malbatan a li hev
Li bajarê Aaraû yê Swîsreyê, li ser kampanya xwedîderketina malbatan a li hev civînek hat lidarxistin.
Li bajarê Aaraû yê Swîsreyê, li ser kampanya xwedîderketina malbatan a li hev civînek hat lidarxistin.
Meclîsa Jinê ya Rojbîn û Heyva Sor a Kurdistanê, ji bo malbatên Şirnexî li Komeleya Komunîst a Badenê çalakiyek lidar xistin. Piştî nîşandana sînevîzyona li ser Şirnex a ji aliyê faşîzma dewleta Tirk ve hatiye hilweşandin, nûnerên Heyva Sor a Kurdistanê û Meclîsa Jinê li ser kampanya xwedîderketina malbatan a li hev, agahî dan.
Qisekeran bal kişandin ser girîngiya alîkariya Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn û desntîşan kirin, ku divê ev alîkarî dewam bike û kampanya ji bo Şirnex û Nisêbînê bi ruhê seferberiyê bidome.
Hat ragihandin, ku faşîzma AKP'ê ji bo Kurdekî bi tenê li herêmê nemîne, polîtîkayên qirkirinê meşandiye û hat gotin, gelê Şirnexê nîşaneya rûmetê û berxwedanê ya gelê Kurd e. Qisekeran diyar kirin, lazim e Kurd hemû destekê bidin gelê Şirnexê û bi vî rengî bi erka xwe rabin. Di dawiya civînê de banga tevlîbûneke xurt hat kirin.