DOSYA III

Komkujiya Dersîmê û AKP - Selahattîn Erdem

Em ji dil û can bawer in ku wê bi sedan egîdên Dersîmî û Kurdistanî ku ji aliyê faşîzma AKP'ê ve hatin zindanîkirin, wê her wek Seyîd Riza û Mazlum Doganan serî netewînin û li ber xwe bidin.

Di salvegera 79'an a îdamê de em serokê Dersîmê Seyîd Riza û hevrêyên wî bi rêz û minet bi bîr tînin. Îro jî serdemeke wiha ye ku dîsa neviyên Seyîd Riza li Dersîmê tên girtin û qetilkirin. Komkujerên îro, ku ew jî torin û neviyên kujerê Dersîmê Abdullah Alpdogan in, ji bo Dersîmiyên girtî niqaşa îdamê tînin rojevê û dixwazin bi sedan şoreşgerên girtî jî çavtirsandî bikin. Em ji dil û can bawer in ku wê bi sedan egîdên Dersîmî û Kurdistanî ku ji aliyê faşîzma AKP'ê ve hatin zindanîkirin, wê her wek Seyîd Riza û Mazlum Doganan serî netewînin û li ber xwe bidin.  

Êdî herkes ê ku xwedî wijdan e qebûl dike ku qetlîama salên 1937 û 38'an a Dersîmê komkujiyek bû. Dîsa herkes dizane ku dirûşma kujerên Dersîmê jî ji ber wê wê îhtîmalê bû, kesên ku hatine kuştin di siberojê de wê daxwaz û îdeala Kurdîtiyê di mêjî û dilê xwe de vejînin. Îro jî, ji bo azadîxwazên Dersîm û Kurdistanê û yên demokratîkbûna Tirkiyeyê dixwazin jî, Dehaqê serdema me Tayîp Erdogan dibêje: Em ê wiha li serê wan bidin ku êdî ti kes nekaribe tiştên wiha bîne hişê xwe. Yên ku beriya 79 salan hatin kirin û yên îro tên gotin û kirin çiqas jî dişibine hevdu!

Nexwe, di 79 salên buhurî de di nêzikahiya kesên Tirkiye bi rê ve dibin de, derbarê babeta Kurdan de ti tişt neguherîne. Nasyonalîzma nijadperest, şoven û faşîst her eynî ye, dijminahiya li Kurdan a ku di mêjî û siyasetê de heyî û komkujerî dîsa eynî ne. Lê beriya 5-6 salan heman Erdogan ji bo serokê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu di xafil de bigire û dengên Kurdan bi dest bixe, gotina; li Dersîmê di bin rêveberiya CHP'ê de komkujî hatiye kirin, anî ziman û li ser vê babetê ji arşîvên dewletê belgeyên nû pêşkêş kirin. Rêveberiya niha ya CHP'ê jî bi neqebûlkirina vê rastiyê sûcdar dikir.  

Heman rêveberiya Erdogan îro li Dersîmê kirinên beriya 79 salan dike, ku rêveberiya CHP'ê li Dersîmê pêkanîbû. Dike ku çeteyên faşîst yên rêxistinkirî êrîşê bînin, li bajar û çiyan her roj bi dehan ciwanên Kurd qetil dike. Parlamenterên Dersîm û Kurdistanê yên ji aliyê gel ve hatîn hilbijartin û hevşaredaran digire. Li ser gel terora dewletê ya faşîst ku di ti demê de heta di dema Kenan Evren de jî nehatine kirin, pêk tîne. Rozayan, Îsayan û Ozanan li çiyayên Dersîmê her wek Seyîd Riza şer kirin û şehîd ketin. Nurhayat û Mehmet Elî û hevriyên wan jî her wek Seyîd Riza di zindanên AKP'ê de li ber xwe didin.

Îro rêveberiya AKP'ê jî dixwaze wek rêveberiya CHP'ê ya berê, dewlet û desthilatiya xwe li ser komkujî û qetlîama Kurdan ava bike. Her çi hêmanên kû xwemalî Kurdan in, dixwaze tine bike. Di zext, teror û komkujiyan de sînoran nas nake. Tevahiya hebûn û nirxên Kurdan dike armanc ku wan tine bike. Eger bi ser bikeve, wê demê her wek Kenan Evren wê peyva ‘Kurd’ jî qedexe bike, ji vê hîç guman nîne. Van hemûyan jî bi hinceta hewldana cuntaya 15'ê Tîrmehê ve girê dide û dibêje; ew şev wê ez bihatama kuştin. Bi gotina, wê cuntaxwazên 15'ê Tîrmehê civak desteser bikirina, gel dixapîne. Ya rastî eger cuntaxwazên 15'ê Tîrmehê bi ser jî biketana, wê heman tişt bikirina. Bi halê xwe yê vê gavê ti ferqa Erdogan ji cuntaxwazan nîne. 

Yên rêveberiya Erdogan kirîne, mirov encax bi derûniya dînbûnê ve şîrove bike. Bi girtina hevserokan, parlamenteran û rêveberan ve, HDP'ê bi awayekî fiîlî bê kiryar hişt û niha girtî tê hesibandin. Dîsa heman tiştî bi serê DBP'ê de jî anî. Çiqas tv, rojname, kovar û radyoyên aîdê Kurdan hebûn, tev de qedexe kirin. Dîsa deriyê bi sedan komele û saziyên alîkariyê yên Kurdan girtin. Her roj çiya û baniyên Kurdistanê bombe dike. Cerablus dagir kiriye û ketiye axa Suriyeyê. Her roj vekirî dibêje ku wê biçe Qendîlê û axa Iraqê jî dagir bike. Rêveberên PKK'ê jî dibêjin ku amadekariya dagirkirineke leşkerî ya Qendîlê li dar e. 

Diyar û zelal e ku lîsteya navbuhurî dikare bê dirêjkirin. Ev kiryarên îro yên rêveberiya Erdogan li ser gelê Kurd kirî, di ti deman de jî nehatine kirin û dîtin. Li gel van tevan jî, yên terora dewletê ya faşîst rexne dikin jî bi xaîntiyê sûcdar dike. Dema ji Yekîtiya Ewrûpayê derbarê girêdaniya bi nirxên demokratîk ve hişyariyekê tê, kef û kunc bi devê Erdogan dikeve û bertekan nîşan dide. Wisa ku çavên xwe digire û çi tê ser zimanê wî dibêje. Her cure heqaretê li herkesî dike.

Baş e, di gotin û kiryarên rêveberiya Erdogan de tişteke nû heye? Wiha diyar e ku nîne. Di kiryar û gotinên rêveberiya AKP'ê û di siyaseta wan de ti aliyên nû nînin. Mirov dikare gotina: Me ev fîlm berê jî temaşe kiribû, bi bîr bîne. Belê, me ev film di bin rêveberiya Îsmet Înonû û Celal Bayar de û di dema Kenan Evren de jî dîtibû. Bi rêveberiyên hevreng re em li Elmanyayê di dema Hîtler, li Îtalyayê di dema Musolunî, li Iraq û başûrê Kurdistanê jî di dema Seddam de jî hatibûn nasîn.  

Baş e, encama van hemû dîktatorên navbuhurî çawa bû? Bersiva pirsê zelal e! Yê herî baş, di dawiyê de sîleh da serê xwe û xwe kuşt. Yên bi lingan ve hatîn hilawestîn jî hene. Niha vê tirsê  dîktatorê nû Erdogan rapêçaye. Wisa ye ku 24 saet xew bi çavên wî nakevin û xewnereşk li ser singa wî veniştî ne. Bi xwe jî ji bo vê tirsa ku 24 saetan dijî têk bibe, herkesî ditirsîne û hewl dide împaratoriyeke tirsê ya herdemî biafirîne. 

Lê biwêjeke nas heye, tê gotin ku: Feyda tirsê ji mirinê re nîne. Her wiha tirsa ku Erdogan dijî û ya wî afirandî jî, nikare wî zêdetir li ser lingan bigire. Zilma ku her diçe zêde dibe, dawiya rêveberiya Erdogan nêzîktir dike. Nayê zanîn bê kengê dikeve, lê vekirî tê dîtin ku desthilatiya AKP'ê ber bi dawiyê ve diçe. Lewre tehemmûlkirina li hemberê vê zilm û polîtîkayan ne pêkan e. Ne cîhana îro dikare li ber vê bide û ne jî civakên Kurdistan û Tirkiyeyê dikarin bêtir tehamûlê bikin. Diyar e ku wê bi qasî zilma Erdogan ketina wî jî deng vede.

Niha ya bingehîn û wezîfeya dikeve ser milê me nêzîkkirin û kûrkirina vê kêliya ketinê ye. Diyar e ku ev wezîfeya dîrokî ya şoreşgerî û demokratîk li ser milê me tevan e. Divê herkesê ku ji xwe re dibêje ez şoreşger û demokrat im, xwedî li vê wezîfe û berpirsyariyên xwe derkeve. Dîsa herkesê  ku li dijî dîktatoriya faşîst a T.Erdogan di nav tevgera antîfaşîst û demokratîk de cih digirin, divê çalakiyên demokratîk bi pêş bixin. Bêguman, ev jî pirtir wezîfeya wan kesan e ku ji her kesî bêtir pêdiviya wan bi azadî û demokrasiyê heye, ya bindest û şoreşgeran e.

Em wisa bawer in ku di serî de gelê Kurd, jin û ciwan tevahiya gelan û nexwasim yên Elewî, eger yek bin, bi tevgereke hevpar wê bi ser vê wezîfeyê bikevin. Her wisa em bawer in ku wê tevahiya rêxistinên şoreşger, demokratîk û kesayet bên cem hev û pêşengiya gelê xwe yê serbilind bikin. Dîsa tevahiya şoreşger û welatparêzên ku hatîne zindanîkirin, çawa di sala 1982'an de li zindana Amedê li dijî faşîzma Kenan Evren li ber xwe dabûn û bi ser ketibûn, wê li dijî faşîzma AKP'ê jî pêşengiyê bikin û bi ser bikevin. Bi vê baweriyê ve em dibêjin: Werin li dijî faşîzma AKP'ê tevli berxwedanê bibin!

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA