BI DÎMEN

Kerestecîoglû: Hêviya me hûn in

Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Fîlîz Kerestecîoglû, li Danîmarkayê tevlî konferanseke bi mijara 'Plana B a li Ewropayê' û civîna gel bû.

Di civîna gel de ku li paytexta Danîmarka Kopenhagenê hate lidarxistin, Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Fîlîz Kerestecîoglû axivî û destnîşan kir, ku li dijî rejîma AKP'ê ya ku şîdet û destavêtina li jin û zarokan rewa dike, weke HDP ew ê bi erka xwe rabin.

Kerestecîoglû destnîşan kir, ku di rewşa heyî de divê her kes li gorî hêza xwe bi rengekî topyekûn li ber xwe bide.

Kerestecîoglû bal kişand ser polîtîkaya HDP'ê ya li dijî zîhniyeta serdestiya mêr, ku ji bo azadiya gelekî têdikoşe û got, ji ber vê yekê HDP'ê ceza dikin. Kerestecîoglû bang li her kesî kir, ku li ber van kiryarên AKP'ê rabin.

KERESTECÎOGLÛ TEVLÎ KONFERANSA 'PLANA B A LI EWROPAYÊ' BÛ

Li aliyê din, Partiya Koalîsyona Sor Kes a Danîmarkayê û Partiya Çep a Swêdê Vänsterpartiet di dawiya vê hefteyê de konferansek li Kopenhagenê lidar xistin û Kerestecîoglû weke qiseker beşdar bû. Kerestecîoglû bang li partiyên çep ên li 22 welatên Ewropayê yên tevlî konferansê bûne kir, ku piştgiriyê bidin wan.

Di encamnameya konferansê de biryar hat dayîn, ku li dijî girtina wekîlên HDP'ê û hemû girtin û zextan, çalakî bên lidarxistin û têkoşîn were meşandin.

Di roja destpêkê ya konferansê de Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçu jî bi parlamenterên çep ên Ewropî re ji bo destekkirina HDP'ê hevdîtin pêk anîbû.