Faşîzma AKP/Qesrê li Goteborgê hat şermezarkirin
Li bajarê Goteborg ê Swêdê, ji bo şermezarkirina faşîzma AKP/Qesrê û piştgiriya ji HDP'ê re, mîtîngek hat lidarxistin.
Li bajarê Goteborg ê Swêdê, ji bo şermezarkirina faşîzma AKP/Qesrê û piştgiriya ji HDP'ê re, mîtîngek hat lidarxistin.
Çalakî li navenda bajêr pêk hat. Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl li qada mîtîngê axivîn û darbeya hikûmeta AKP/Erdogan a li dijî vîna gel, girtina parlamenterên HDP'yî, girtina hevşaredaran, êrîşên qirkirinê û pêşnûme qanûna ku destavêtina li zarokan rewa dike, şermezar kirin.
Nûnerên rêxistinan dan xuyakirin, ku piştgiriya wan a ji bo HDP û gelê Kurd wê bidome. Her wiha ji hikûmeta Swêdê û Yekîtiya Ewropayê hat xwestin, li dijî hikûmeta Tirk helwesteke bi biryar nîşan bidin û danekirinan li ser Tirkiyeyê ferz bikin.
Di dema çalakiyê de dirûşmên "Destên xwe yên bi xwîn ji ser HDP'ê vekişînin", "HDP gel e gel li vir e", "Bijî Serok Apo" û "PKK gel e gel li vir e" hatin qîrîn.
Çalakî li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Goteborgê pêk hat û bi sedan kes tevlî bûn. Şoreşgerên Swêdî û Tirkiyeyî, her wiha Elewiya jî destek dan çalakiyê.