Kampanyaya 'Bi Rêbertiyê re Jiyana Azad' bi çalakiyan dest pê kir
Kampanyaya “Bi Rêbertiyê re Diyalogên Jiyana Azad" ya TJK-E’yê li gelek bajarên Ewropayê bi meş, mîtîng û vedana konên agahdarkirinê dest pê kir.
Kampanyaya “Bi Rêbertiyê re Diyalogên Jiyana Azad" ya TJK-E’yê li gelek bajarên Ewropayê bi meş, mîtîng û vedana konên agahdarkirinê dest pê kir.
Kampanyaya "Bi Rêbertiyê re Diyalogên Jiyana Azad" a ku di çarçoveya pêngava gerdûnî ya “Ji bo Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka Kurd re çarerseriya siyasî“ ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ve hatiye destpêkirin, bi çalakî û çalakiyên li gelek navendan hate destpêkirin.
MARSÎLYA
Di çarçoveya kampanyaya “Bi Rêbertiyê re Diyalogên Jiyana Azad" de ya ku ji aliyê Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan ve tê organîzekirin, li bajarê Marsîlya yê Fransayê mîtîngek girseyî hate lidarxistin.
Kurdên li Marsîlyayê û ji bajarên cuda yên Başûrê Fransayê beşdarî mîtînga ku bi dirûşmeya “Ji bo Rêber Apo re azadî, ji Kurdistanê re aştî (Paix Pour le Kurdistan, Liberté Pour Ocalan) hate lidarxistin, bûn.
Mîtîng li kolana Canebière ya ku ji yek noqteya navendî ya Marsîlyayê ye, dest pê kir. Girseyêl bi pankart û alan ber bi qada Vieux Port ve meşiya. Di tevahiya meşê de bênavber dirûşmeyên bi Kurdî û Fransî "Liberté Pour Ocalan", "Bijî Serok Apo", "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok" hatin berzkirin.
Mîtîng li qada Vieux Portê bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê dest pê kir. Piştre sirûda neteweyî ya Kurdistanê "Ey Reqîb" hate xwendin. Di axaftinên di çarçoveya bernameyê de hatin kirin de, daxwazên bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Apo, misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û li Kurdistanê avakirina aştiyeke mayînde hetin kirin.
Axaftvanan bal kişandin ser girîngiya perspektîfa çareserî û aştiyê ya Rêber Apo û bang li raya giştî ya Ewropayê û saziyên navneteweyî yên peywendîdar kirin. Gelê derdorê jî bi çepikan piştgiriya xwe nîşan dan.
FRANKFURT
Li eyaleta Hessen a Elmanyayê li ser banga Yekîtiya Jinên Kurd (YJK-Hessen), jin û dostên Kurdan ji bo azadiya Rêber Apo li Frankfurtê mîtîng li dar xist.
Di mîtîngê de wêneyên Rêber Apo û alên TJK-E’yê hatin hildan û bênavber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Jin Jiyan Azadî" hatin berzkirin.
Mîtîng bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Di mîtîngê de axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo ji bo gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn firsendeke mezin e û hat diyarkirin ku divê demildest şert û mercên mîmarê ronesansa jinan Rêber Apo bên baştirkirin.
Di axaftinan de wiha hat gotin: "Raman û felsefeya Rêber Apo îlham daye bi milyonan mirovan. Ev raman li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bingeha modelek civakê ya li ser xwerêveberiya rasterast û azadiya jinan ava bû. Ramanên Rêber Apo ji bo pêvajoyên demokratîkbûn û aştiya li Kurdistanê û derveyî wê hêviyê didin. Ji ber vê yekê, em dibêjin: Ji bo Rêber Apo re Azadî!”
DUISBURG
Li bajarê Duisburg ê Elmanya, Meclisa Jinan a Şehîd Asya Yuksel li ber Forûmê ya li navenda bajêr standeke agahdarkirinê vekir.
Beriya çalakiyê, polîsên Elman bi gotina ku wêneyên Rêber Apo qedexe ne, hewl dan çalakiyê provoke bikin. Piştî ku xwepêşanderan li ser gotinên xwe û israra xwe ya ku ew ê Kurdan li vir kom bibin û bêîtaetiya sivîl bikin israr kirin, polîs paşve gav avêtin.
Li ser standê, Kurdan bi daxuyaniyan û belavkirina belavokan nerazîbûnên xwe domandin.
Di daxuyaniya li ser navê Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yüksel de hat dayîn, hat gotin ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo hem ji gelê Kurd û hem jî di qada navneteweyî de piştgiriyek mezin wergirtiye. Hat destnîşankirin ku vê yekê hêviyek nû ji bo aştiyek adil û mayînde ava kir.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Jinên Kurd û gelê Kurd bi berxwedana xwe ya dehsalan li dijî înkar û îmhayê sekinîn û ev têgihîştina sedsalî hejand. Nîşanî cîhanê da ku têkoşîna ji bo civatek demokratîk, wekhev a zayendî û ekolojîk bûye rastiyek. Ji bo jin, ciwan, gelê Kurd û her kesê ku ji bo rûmeta mirovan û edaletê disekine tenê yek rê heye: mezinkirina têkoşîna li dijî faşîzmê û vekirina rêya azadiyê. Îro roj roja jin, ciwan, gelên bindest û mirovên hevgirtî yên li çaraliyê cîhanê ye. Ji bo azadiya Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd seferber bibin. Em bang li gelê xwe, bi taybetî jin, ciwan û hêzên hevgirtî dikin ku beşdarî van çalakiyan bibin."
Çalakî saet 14.00’an dest pê kir û heta saet 17.00’an berdewam kir.
FREIBURG
Li navenda bajarê Freiburg ê Elmanyayê, bi pêşengiya Meclisa Jinan a Nûda û Meclîsa Gel a Freiburgê ji bo azadiya Rêber Apo standa agahdarkirinê hate vekirin. Gelek belavokên li ser Rêber Apo hatin belavkirin. Gelek Kurd û dostên wan serdana standê kirin.
SAARBRUKEN
Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê, di çarçoveya kampanyaya “Bi Rêbertiyê re Diyalogên Jiyana Azad" mîtîngek hate lidarxistin.
KOLN
Li bajarê Koln ê Elmanyayê, di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de stand hate vekirin. Stand ji aliyê Meclisa Jinan a Koln-Viyanayê ve li ber dêra dîrokî ya DOM hate vekirin, bi wêneyên Abdullah Ocalan hate xemilandin. Di standê de pirtûkên Rêber Apo jî hatin nîşandan.
Derbarê endamê Şandeya Îmraliyê Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder ê ku li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da bi Elmanî daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de hate gotin ku têkoşîna Onder û rola ku ji bo aştiyê girtiye ser xwe wê were bîranîn û xwedî li bîranaînên wî derkevin.
ESSEN Û BOCHUM
Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de, li navendên bajarên Essen û Bochum ên Elmanyayê stand hatin vekirin.
Li kêleka wêneyên Rêber Apo, pankartên YPG û YPJ'ê hatin daliqandin. Li standan li ser azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd agahî dihatin dayîn, pirtûkên Rêber Apo hatin pêşandan. Broşûrên bi Elmanî hatibûn amadekirin hatin belavkiri. Kurdan û dostên wan bi gerandina govend û berzkirina dirûşmeyan xwedî li standan derketin.
GIESEN
Di çarçoveya kampanyaya TJK-E’yê de li Kirchenplatz a bajarê Giessen ê Elmanyayê stand hate danîn û broşûrên bi mijarên azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hatin belavkirin.
Li standê, broşûrên danasînê yên li ser paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinan a Rêber Apo bala raya giştî kişand. Çalakvanan ji ber wefata Serokwekîlê Meclisê yê DEM Partiyê û endamê Şandeya Îmraliyê Siri Sureyya Onder xemgîniya xwe anîn ziman.
DUSSELDORF
Jinên Kurd û dostên Kurdan bi pêşengiya YJK-E’yê li stasyona trênê ya navendî ya Dusseldorfê ji bo azadiya Rêber Apo konê agahdarkirinê vedan.
Wêneyên Rêber Apo, alên TJK-E’yê hatin daliqandin û broşûrên agahdarkirinê belavkirin. Li standê ji bo bîranîna şehîdên Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin û piştre bi zimanê Elmanî daxuyanî hate xwendin.
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Jin Jiyan Azadî” û gerandina govendê bi dawî bû.