ROJEVA 4'Ê GULANA 2025'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Merasîma cenaze ya Endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder ku roja Şemiyê jiyana xwe ji dest da, wê bê şopandin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku Sirri Sureyya Onder karîbû têkoşîna herdu gelan bigihîne hev û destnîşan kir ku xurtkirina têkoşîna demokrasî û aştiyê wê rêya herî rast a xwedîderketina li bîranîna wî be.

Bûyerên piştî banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo wê werin şopandin.

Êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Hevbedevkê Komîsyona Girtîgehan a OHD'ê Zekî Bînbîr anî ziman ku girtiyên siyasî yên ku ji çar paran sê parê cezayê wan qediya ye, bi rengekî nehiqûqî ji aliyê Desteyên Çavdêrî û Îdareyê ve nayên berdan.

Pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam dewam dikin. Keça wî Şemal Çam anî ziman ku bavê wê Çam rojê 20 dermanan dixwe û got, "Rojek berî rojekê divê bê berdan."

Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê di hemû kêliyên berxwedana herêmê de li gel kêm derfetiyan ji bo her pêwîstiyên taxan bû bersiv.