CÎK: AKP û Erdogan dixwazin civakê bikin civakeke destavêtinê
Civaka Îslamî ya Kurdistanê li ser qanûna destavêtinê ya hikûmeta AKP'ê daxuyaniyek da û got, "Çêkirina qanûna destavêtinê, rabûna li ber Xwedê ye."
Civaka Îslamî ya Kurdistanê li ser qanûna destavêtinê ya hikûmeta AKP'ê daxuyaniyek da û got, "Çêkirina qanûna destavêtinê, rabûna li ber Xwedê ye."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku wan gelek caran diyar kirine, mejiyê AKP û DAIŞ'ê mejiyekî xurifî ye û hat destnîşankirin, ku hewldaneke din a hilweşîner, fesadî û destavêtinê ya vê zîhniyeta desthilatdariyê, ew matmayî nehiştiye.
Civaka Îslamî ya Kurdistanê da xuyakirin, ku çêkirina qanûnên destavêtinê, rabûna li ber Xwedê û serîtewandina li ber nefsê ye û got, "Ev desthilatdarî û hevparên wê, dijberên mirovahiyê ne. Ev gurûha ku berê zarokên keç ên ji Sûriyeyê dihatin di bin navê 'zewaca olî' de li malan heps dikir û laşfiroşî bi wan dida kirin, niha jî dixwaze civakê bike civaka destavêtinê. Çawa ku DAIŞ'ê hevjîn û keçên mirovan li xwe helal kir û bi zorê dibir, AKP û Erdogan jî hewl didin civakê bi temamî bikin civaka destavêtinê. Bi tenê sê tişt ji bo AKP'ê û Erdogan girîng e:
1. Qase: Yanî diziya pere û diziya mal.
2. Mase: Yanî mayîna li ser desthilatdariyê.
3. Nîsa: Yanî şehweta jinê.
Li dijî vê hêza bê exlaq, em neçar in têbikoşin. Ola me û mirovahî têkoşîna li dijî van li ser me ferz dike."