KAMPANYAYA BI RÊBERTIYÊ RE DIYALOGÊN JIYANA AZAD
Kampanyaya “Bi Rêbertiyê re Diyalogên Jiyana Azad” a ku di çarçoveya pêngavagerdûnî ya “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ve hatiye destpêkirin, li paytexta Awûstûrya Viyanayê meşek girseyî hate destpêkirin.
Gelek kes beşdarî çalakiya li Christian-Broda-Platz hate lidarxistin bûn. Girseyê pankartên ku wêneyên Rêber Apo li ser wan hebûn hilgirtin û dirûşma "Bijî Rêber Apo" berz kirin.
Hevseroka Civaka Azad Dîlek Karahan di çalakiyê de axivî û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û got: “Bêyî azadiya Rêber Apo aştî nabe û gel jî azad nabe."
Di daxuyaniya hate dayîn de bal kişandin ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêber Apo û wiha hate gotin, "Fikirên Rêbertiya me ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelan rêya aştî û azadiyê nîşan dide. Bêyî azadiya Rêber Apo, ne aştî û ne jî azadiya gelan ne mimkun e."
Endama Meclîisa Jinan a Avesta Nurcan Guleryuz jî di çalakiyê de axivî. Nurcan Guleryuz bal kişand ser banga dîrokî ya Rêber Apo û got, "Banga Rêberê me ji bo gelan meşaleya aştî û azadiyê ye. Azadiya Rêber Apo ji bo siberoja bi rûmet û azad a gelên me pêwîstiyek e."