ROJANE
Hemû Nûçe
-
Weşangerên Rojnameyên Swêd: Tirkiyê bidin rawestandin!
Weşangerên Rojnameyên Swêd, li dijî êrîşên AKP’ê ku azadiya çapemeniyê kirine hedefa xwe, bang li Swêd û Yekîtiya Ewropayê kirin ku kêferatê bikin. -
HDP’iyên çûn serdana Şîrwanê: Ne qeza, me qetlîam dît!
Heyeta HDP’ê ya ku çû serdana navçeya Şîrwanê bal kişandin ku ji ber hêrsa sermayeyê ya AKP’ê ewlehiya canê karkeran bi tiştekî nehatiye hesibandin. Endamên heyetê ragihandin ku ev bûyer ne qeza ye, qetlîam e û banga piştgiriyê li raya giştî kirin. -
Di derbarê dosyaya Necmiye Alpay û Asli Erdogan de biryara sosret
Tevî ku di derbarê endamên Desteya Şêwirmendiya Rojnameya Ozgur Gundem a ku hatibû girtin, Nivîskar Asli Erdogan û Zimanzan Necmiye Albay ji benda 302 hatin berdan jî, lê di aliyê “Endamtiya rêxistinê de” wê girtina wan dewam bike. -
Xeta PKK'ê ne ya têkçûnê ye
Tevî hemû hewldanên desthilatdariya AKP'ê û hevalbendên wê yên ji bo pêşîgirtina li geşbûna PKK'ê, ya têk biçe wê desthilatdariya AKP'ê be. PKK a ku berxwedana dîrokî nîşan dide û gelê Kurd wê bi ser bikevin. -
Hevşaredarên Dersîmê Altûn, Bûl û Şahîn sirgûnî Kocaeliyê hatin kirin
Hevşaredarên Dersîmê Nûrhayat Altûn û Mehmet Alî Bûl û şaredara berê ya Dersîmê Edîbe Şahîn îro sirgûnî girtîgeha Tîpa F ya Hejmara 1. a Kocaeliyê hatin kirin. -
Platforma Hiqûqnasên Azadîparêz ava bû
OHD û MHD'ê Platforma Hiqûqnasên Azadîparêz ava kirin. -
Hezer li Wolfsbûrgê tevlî civîna gel bû
Parlamentera HDP'ê ya Wanê Tûgba Hezer da xuyakirin, ku Erdogan ji hêza Kurdan a azadî, wekhevî û aştiyê bêzar bû, lewma pêla girtin û binçavkirinê derxistiye asta herî bilind. -
Li girtiyan ferz dikin ku 'qerta nasnameyê' bi xwe ve bikin
Li Girtîgeha Tîpa K-1 a Yenîşehîr a Bûrsayê li ser girtiyan ferz dikin ku 'qertên nasnameyê' bi xwe ve bikin. Girtiyan ji ber vê yekê jî biryar dan tevlî hevdîtina bi parêzeran re nebin. -
Dîplomasiya Kurdistaniyên li Kanadayê
Kurdistaniyên li paytext Ottawayê dijîn, bi parlamenterên li vî welatî û nûnerên saziyên navneteweyî re rûniştin û li ser girtina parlamenterên HDP'ê agahî dan. -
HDP'yî bi şandeya MPKE re rûnişt
Şandeyeke HDP'ê bi endamên Meclîsa Parlamenter a Konseya Ewropayê (MPKE) re rûnişt. Di hevdîtinê de êrîşên qirkirina siyasî yên ji aliyê AKP'ê ve tên kirin, hatin nirxandin. -
KCDK-E: Em li dijî qedexeya li ser PKK'ê dadikevin qadan
KCDK-E li dijî qedexeya li ser PKK'ê banga çalakiyan kir. KCDK-E bang li Ewropa û Elmanyayê jî kir û got, "Divê PKK ji lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropayê bê derxistin û qedexeya li Elmanyayê ya li ser PKK'ê were rakirin." -
AKP pêkhateyeke şerê taybet e
"AKP pêkhateyeke şerê taybet e...sedema ku AKP'ê heta niha li ser desthilatdariyê maye, rastiya meşandina şerê qirêj ê bi navendiya şerê taybet ê ku bi giştî li hemberî gelên Tirkiyeyê û bi taybetî jî li ser gelê kurd daye meşandin ve girêdayî ye." -
Di kûlîsên PE’yê de pêkanînên ekonomîk ên li ser Tirkiyeyê tê gotûbêj kirin
Li PE’yê ji beriya pêşnûmeya Tirkiyeyê bixin dengdanê, mijara ekonomiyê ya li ser Tirkiyeyê di rojeva siyasetmedarên Ewrpayê de ye. -
Îran:Di şerê Sûryeyê de 1000 leşkerên Îranî mirine
Hat ragihandin ku di şerê navxweyî yê Sûryeyê de, leşkerên Îranî ji bo piştgiriya rêjîmê bike di şer de cîh digrin, heta niha zêdeyî 1000 leşkerên Îranê hatine kuştin. -
Li Qamişlo teqîn: 4 kes birîndar bûne
Li Taxa Karnîş a Qamişloyê li gorî saeta herêmî di saet 18:05’an de teqînek pêk hat. -
Ji KCD têkildarî daxuyaniya KHK’ê: Em teslîm nabin
Desteya Rêveberiya KCD’ê têkildarî Hevberdevk Koçyigît a ku bi biryara KHK’ê ji peywerê hate girtin wiha got: “Heta ku hemû biryarên KHK’ê betal bibin, wê têkoşînê bilind bikin. Em teslîm nabin.” -
Li Mêrsînê YAKAY-DER û EMEK-DER hatin girtin
Şaxên EMEK-DER û YAKAY-DER’ên hatin mohrkirin hatin girtin. -
Heyeta HDP’ê malbatên kesên ku mane di bin hezê de ziyaret kir
Heyeta HDP’ê çû cihê kargeha heziyayî ya li navçeya Şêrwan û piştre jî, ji malbatên ku xizmên wan mayî di bin hezê de, agahî girtin. -
Li dadgehê dirûşma ‘’Bijî Serok Apo’’ berz kir
Suphan Çabuk ku bi hinceta ku endamê PKK’ê ye tê darizandin got, ‘’Tenê gelê me û PKK dikare min darizîne. Dadgehên we nikarin min darizînin’’ û dirûşmên ‘’Weke endamekî HPG’ê Bijî Serok Apo’’ û ‘’bijî Berxwedana Sûrê’’ berz kir. -
Li Stûttgartê rûniştina doza siyasetmedarê Kurd Mûhlîs K. pêk hat
Rûniştina doza siyasetmedarê Kurd Mûhlîs K. ku bi îdîaya 'endametiya PKK'ê tê darizandin, li Stûttgartê pêk hat. -
Seyîd Riza û hevalên wî li Munchenê hatin bîranîn
Seyîd Riza û hevalên wî li bajarê Munchen ê Elmanyayê bi panelekê hatin bîranîn -
HDP: Em ê xebatên xwe yên li meclîsê bidomînin
HDP’ê têkildarî xebatên xwe yên li meclîsê daxuyaniyek da. Berdevkê partiyê Bîlgen diyar kir ku ew ê xebatên xwe bidomînin û got, "Vê gavê em ê li vir bin, em rehetiya we xira bikin jî em ê li vir bin." -
TŞYG: Jin teqez wê jiyana azad û wekhev bi ser bixin!
Jinên Berxwedêr ên Yekbûyî yên TŞYG'î, bi wesîleya 25’ê Mijdarê daxuyaniyek dan û bang kirin, ku bi giyaneke hevpar têbikoşin û xweparastinê kûr bikin. -
Muslim bersiv da Erdogan: Azadiya HDP'iyan deynê li stûyê me ye!
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim li civîneke gel a li Londonê axivî û bersiv da Erdogan ku ji bo HDP'iyan gotibû 'Bila YPG were we rizgar bike'. Muslim got, "Azadiya Demîrtaş û hevalên wî deynê li stûyê me ye." -
Li rojnamevan Alî Bariş Kûrt 2 sal cezayê girtîgehê hat birîn
Li rojnamevan Alî Bariş Kûrt ê li Enqereyê hat darizandin, cezayê girtîgehê hat birîn. Parêzer Kalelî diyar kir, dosya bi bêûsilî hatiye amadekirin û biryar ne hiqûqî ye.