Li Helebê 76 sivîlan jiyana xwe ji dest dan

Di encama topbaranê de ku navbera hêzên rejîma Sûriyê û çeteyên Koalisyona Niştîmanî ya li bajarê Helebê 76 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 80 birîndar bûn. Cenaze li kolanan in.

Di şerê navbera hêzên rejîma Sûriyê û çeteyên Koalisyona Niştimanî de ya li taxên Mesakin Henano, Biêdîn, El-Beyt El-Esfer, El-Hulok, Bistan Başa, Meqlaên El-Iwêce , El-Heyderiyê , Bistan El-Qesir û taxên Heleba Kevin ên bajarê Helebê dewam dikin.

Çavkaniyên ji herêmê diyar kirin ku ji her 2 aliyan gelek kesan jiyana xwe ji dest dane û rejîma hewl dide li herêmê serweriya xwe bike.

Li gor çavkaniyên herêmê, balafirên şer û hawanên hêzên rejîma Sûriyê taxên rojhilatê Helebê yên Bistan Başa, El-Heyderiyê, El-Hulok, Mesakin Henano, meqlaên El-Iwêce, El-Hilwaniyê, Bistan El-Qesir, Biêdîn, El-Beyt El-Esfer, El-Saxûr, El-Firdos, El-Kelasê , El-Ensarî, El-Salihîn û El-Şear kirin hedef. Di encamê de 68 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û 50 birîndar bûn.

Heman çavkaniyan destnîşan kir ku ji ber dijwariya şer nikarin cenazeyan ji erdê rakin û li bendê ne ku şer sivik bibin ku bikarin cenazeyan defin bikin.

Ji aliyekî din ve, çeteyên koalisyona Niştimanî taxên rojavayê bajarê Helebê ên bi navê El-Cemîliyê, El-Seyid Elî, El-Ezemiyê, El-Hemdaniyê, Seken El-Cemiî, Kolîja Yasa, El-Furqan û Dibistanên El-Furqanku di serweriya hêzên rejîmê de ne topbaran dikin. Hat diyarkirin ku li vir jî di encama topbaranê de 8 zarokan jiyana xwe û herî kêm 27 jê zarok bi giştî 36 welatiyên sivîl bi giranî birîndar bûne. Birîndar rakirine nexweşxaneya Heleb El-Cemiî û nixweşxaneya El-Razî.

Şerê li di navbera rejîm û çeteyên koalîsyona nîştîmanî ya li taxên Helebê hê jî dewam dike.