Keskîn: Pêşnûme li dijî pîvana wekheviyê ye
Keskîn destnîşan kir, ku pêşnûmeya parlamenterên AKP'ê ya li ser zewicandina zarokan bi tecawizkaran re, li dijî pîvana wekheviyê ye.
Keskîn destnîşan kir, ku pêşnûmeya parlamenterên AKP'ê ya li ser zewicandina zarokan bi tecawizkaran re, li dijî pîvana wekheviyê ye.
Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn, pêşnûmeya wekîlên AKP'ê, ku weke 'Efûya Tecawizkaran' di nava raya giştî de tê binavkirin, ji ANF'ê re nirxand.
Keskîn diyar kir, ku li gorî pêşnûmeya AKP'ê, dema zaroka keç a destavêtin lê hatiye kirin bi tecawizkar re were zewicandin, wê cezayê li tecawizkar hatiye birîn-bê birîn bê taloqkirin û bibîr xist, ku AKP'yî vê yekê weke pêwîstiyeke civakî dibînin.
Keskîn li ser vê pêşnûme qanûna ku AKP'yiyan xistine rojeva Meclîsê got, "Ev yek ji aliyê hiqûqî ve bi hiqûqa navxweyî ya li Tirkiyeyê û bi peymanên navneteweyî re nikare bê vegotin. Li dijî hiqûqê ye. Komara Tirkiyeyê di gelek mijaran de mora xwe danî binê peymanên navneteweyî. Beriya her tiştî mora xwe danî binê peymana pêşîgirtina li cihêkariya li dijî jinê. Lê hewl tê dayîn guhertineke qanûnî ya li dijî van hemûyan bê kirin. Yekane sedema vê jî, nêrîna zayendîparêz e."
'JI BER VÊ YEKÊ WÊ SÛCÊ GELEK TECAWIZKARAN KARIBE BÊ TALOQKIRIN'
Keskîn wiha dewam kir: "Di vir de ti girîngiya nêrîna siyasî nîne. Nêrîna xwe ya siyasî çi dibe bila bibe, lazim e hemû jin li ber vê pêşnûmeyê rabin. Weke 83 rêxistinên jinan me helwesta xwe ya li dijî vê pêşnûmeyê bi îmzeya xwe nîşan dan. Lê mixabin, xuya ye hikûmet di vê mijarê de bi biryar e. Civak bi vî rengî tê xapandin. Dibêjin 'gelek zewacên bi vî rengî yên di emrê zarokatiyê de hene. Mêr di girtîgehê de ye, jin neçar dimîne bi tenê zarokan xwedî bike'. Hinceteke bi vî rengî nabe. Ji ber ku, eger qanûnek bê derxistin wê ne tenê ji bo mirovên di emrê ciwantiyê de bi tecawizkar re hatiye zewicandin, bê bikaranîn. Ev ê ji bo hemû zilamên sûcê zayendîperest kiriye, bê bikaranîn. Ev jî nikare ji hev bê dexistin. Li dijî pîvana wekheviyê ye. Ji ber vê yekê wê sûcê gelek tecawizkaran karibe bê taloqkirin. Ti aliyekî vê yekê yê bê qebûlkirin, nîne."
ÇÎROKA SEROKWEZÎR A LI SER ŞERMA ZEWICANDINA ZAROK
Eren Keskîn destnîşan kir, ku bi têkoşîna jinan re di sala 2005'an de guhertinên girîng di qanûnê de hat kirin û got, "Lê em niha vê dibînin; derxistina qanûnan jî zêde ne girîng e. Heta ku zîhniyet ev be, ti tişt naguhere. Serokwezîr Bînalî Yildirim berî niha bi demekê daxuyaniyek da. Got; Jinek hat cem min. Ji min re got, 'Ez di emrekî biçûk de zewicîm. Jenderme, walî, şaredar hatin daweta min'. Yanî bi xwe mikur tê ku ewçend rayedarên dewletê tevlî vî sûcî bûne. Em li erdnîgariyeke bi vî rengî dijîn. Vegotina vê yekê nepêkan e."
'YEKANE TIŞTA KU JINA DIPARÊZE, WÊREKIYA WAN E'
Keskîn got, "Eger nerazîbûn zêde bibin, em ê karibin gavê paş de bidin avêtin. Bînalî Yildirim ferman da ku hevdîtin bi mûxalefetê re li ser mijarê were kirin. Lê parlamenterekî beriya niha got, ew ê ji vê metnê venegerin." Keskîn wiha dewam kir: "Ji aliyekî ve daxuyaniyeke bi vî rengî didin, li aliyê din jî dibêjin ew ê heta dawiyê vê pêşnûmeyê biparêzin. Lewma helwesta wan ne cihê baweriyê ye. Yekane tişta ku mirovan bi taybetî jî jinan diparêze wêrekî ye. Bi wêrekiyê mirov dikarin bi ser her şêwe helwestên antî demokratîk, şîdet û zextê ve biçin. Herî zêde pêwîstiya jinan bi vê heye." Keskîn bang li jinan kir ku dengê xwe li dijî pêşnûmeyê bilind bikin.