Kedkarê Ozgur Gundemê Mehmet Akyol li Zurîchê hat bîranîn

Kedkarê rojnameya Ozgur Gundemê Mehmet Akyol ê 6'ê Cotmeha 2016'an hat veşartin, li kantona Zurîch a Swîsreyê hat bîranîn.

Çalakiya bîranînê bi dqeeyeke rêzgirtinê dest pê kir û bi nîşandana sînevîzyonê dewam kir. Tevî nivîskarê Eniya Şoreşger Farûk Aydin, nûnerê Devrîmcî Yapi ya Swîsreyê (Revolutionärer Aufbau Schweiz - RAS) Andrea Stauffacher, nûnerê SODAP'ê Mehmet Yilmazer, nûnerên komeleyên Elewiyan li Swîsreyê, xebatkarên sendîkaya karker UNIA, endamên komîteya 1'ê Gulanê û Serokê Komeleya Piştgirî û Çandê ya Malên Gel li Rojhilatê Swîsreyê û Lîsteya Alternatîf Ahmwet Erparlak, zêdeyî 400 kes tevlî bîranînê bûn.

Akyol ku di sala 1979'an de nivîsek li ser danezana damezrandinê ya PKK'ê weşand bi cezayê darvekirinê hat darizandin, li rojnameya Ozgur Gundemê xebitî.

Akyol di 36 salên jiyana xwe ya sirgûnê de, li Swîsreyê têkoşîna xwe ya siyasî meşand. Akyol di heman demê de di nava sendîkaya UNIA de karê birêxistinkirin û sekreteriya wê jî dikir.