ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Antalyayê şer
Li Antalyayê di navbera polîsan û komekê de şer derket -
Polîsan êrîşî Mala Piştgiriyê kirin
Polisan êrîş bire ser gelên ku serdegirtina Mala Piştgiriyê ya ku li Okmeydanê protesto dikir. -
Parlamentera berê û Seroka berê ya şaredariya Dersîmê Şahîn hate binçavkirin
Parlamentera berê ya HDP’ê û Seroka berê ya şaredariya Dersîmê Edîbe Şahîn, li Stenbolê di mala xwe de hate binçavkirin. -
Li Yemenê şerê dijwar: Zêdetirî 50 kesî jiyana xwe ji dest dan
Di şerê Rojavayê Yemenê de ku ev 2 roj in navbera hêzên alîgirên Husî û Mansur Hadî diqewime, zêdetirî 50 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Fûzeyên ku li Hamayê dixin ênTirkiyeyê ne?
Rêxistin çete ya Ceyşûn Nasr a li gel El Nûsra li dijî rejîma Esad li Sûriyeyê şer dikin, di dîmenên cebilxaneyê yê ku weşandî de kamyonên spî û bê pîlaqe bal kişandin. Ji beriya niha jî kamyonên spî û bê plaqe li Reyhanliyê derketibûn holê. -
Bakirhan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate kirin
Hevserokê Şaredariya Sêrtê Tûncer Bakirhat ê ku karûbarê wî li dozgeriyê temem bû û şûn de, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate kirin. -
Aysel Dogan hate berdan,12 siyasetmedar jî li dadgehê ne
12 Kesên ku di nav wan de hevşarederê Dersimê jî hebû, sewqê dadgehê hate kirin.Endamê Koma Aşitiyê Aysel Dogan piştî îfadeya li dozgeriyê hate berdan. -
Polîs gel tehdît dikin: Ji niha û şûn de wê zext zêdetir bibin
Li Edeneyê polîsan di bin navê “Operasyonên aramniyê” de li 2 taxan bi ser gelek mal û kargehan de girtin û gel gef kirin. -
Dema çalakiya kon a li Dresdenê hate dirêjkirin
Dema çalakiya kon a li Dresdenê ku li dijî operasyonên qirkirina siyasî hat destpêkirin, heta bi 18'ê Mijdarê hate dirêjkirin. -
Pîşkîn û Kirkazak hatin berdan, 7 kes sewqî dadgehê hatin kirin
Parêzer Levent Pîşkîn û Cîhat Kirkazak ên sewqî Edliyeya Bûrsayê hatin kirin bi şertê "kontrola edlî" hatin berdan. 7 HDP’yî jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. -
Giliyê Kocabayik ê AKP’yî hate kirin
3 malbatên ji Însîyatîva Hevgiriya bi Girtiyan re giliyê wekîlê AKP’ê yê Îzmîrê Huseyîn Kocabayik kirin, bi sedema ku girtî kirine hedef. -
NAV-DEM: Li dijî faşîzmê em sibê li Brukselê bin
NAV-DEM'ê, li dijî faşîzma AKP'ê ji bo xwedîderketina li HDP'ê û gelê Kurd bang li her kesî kir ku sibe li Brukselê tevlî meş û mîtînga girseyî bibin. -
Îtiraza ji bo Yuksekdag hat kirin nehat qebûlkirin
Îtiraza li dijî girtina Yuksekdag hat kirin, nehat qebûlkirin. Parêzer wê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin. -
Nivîskarê Ozgur Gundemê Îba hat binçavkirin
Ji nivîskarên Rojnameya Ozgur Gundemê ya hat girtin, Şaban Îba hat binçavkirin. -
Em ji ewlehiya jiyanê ya hevserok û wekîlan bi fikar in
Wekîlê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr diyar kir ku ew ji ewlehiya jiyanê ya Hevserok û wekîlên HDP'ê bi fikar in. -
Parêzeran binçavkirina Pîşkîn şermezar kirin
Parêzerên endamên OHD’ê û ÇHD’ê girtina komeleyên wan û binçavkirina parêzer Levent Pişkîn şermezar kirin. -
Doza Kaçeroglu dîsa hate taloqkirin
Rûniştina 7. a doza qetilkirina Ekrem Kaçeroglu pêk hat, bersûcên berdayî dîsa tevlî rûniştinê nebûn. Şandeya dadgehê rûniştin taloqî 1’ê Adara 2001’ê kir. -
DEM-KURD’ê ji bo meşa li Brukselê banga tevlîbûnê kir
DEM-KURD’ê ji bo meşa ku wê sibehê li Brukselê bê lidarxistin banga tevlîbûna xurt kir. -
Li dijî qirkirina siyasî li Kîelê çalakiya kon
Li dijî operasyonên qirkirina siyasî ya dewleta Tirk li bajarê Kîelê aktîvîteya kon hat destpêkirin. -
Doza 5'ê Hezîranê rakirin navenda DAIŞ'ê; dibe ku bê ceza bimîne!
Doza li ser êrîşa bombeyî ya 5'ê Hezîrana 2015'an a li dijî mîtînga hilbijartinê ya HDP'ê, rakirin Sîncan a Enqereyê ku weke navenda DAIŞ'ê tê dîtin. Bi vê biryarê re careke din derb li mexdûran hat xistin. -
Zavar ji ber zora 'lêgerîna tazî' nikare emeliyat bibe
Girtiyê nexweş Erol Zavar, ji ber ku di dema veguhestina nexweşxaneyê de 'lêgerîna bi rengekî tazî' lê tê ferzkirin, nikare anjiyo bibe, ku diviyabû beriya niha bi çend hefteyan bibûya. -
Çalakiyên protestoyî yên li dijî êrîşên AKP/Qesrê dewam dikin
Komkujî û êrîşên qirkirina siyasî yên faşîzma AKP/Qesrê li gelek welatên Ewropayê hatin şermezarkirin. Di çalakiyan de li ser van êrîşên li dijî gelê Kurd, raya giştî û partiyên siyasî hatin agahdarkirin. -
Çeteyên DAIŞ’ê bajarokê Qebasîn ê ku piranî Kurd in radestî artêşa Tirk û çeteyên wê kirin
Hat ragihandin ku çeteyên DAIŞ’ê bajarokê Qebasîn ê li Bakurê Helebê ku piraniya şêniyên wê ji Kurdan pêk tê, radestî çeteyên artêşa dagirker a Tirk kirin. -
Seyît Riza û hevalên xwe li Stenbolê hatin bîranîn
Platforma Bîranînê ya Qirkirina Dersimê, di 79’emîn salvegera qetlîama Seyîd Riza û hevalên wî, li Qada Galatasarayê aktivîteyek ya bîranînê li dar xistin. -
Ûppsala û Narbonneyê ji bo HDP’ê çalakiyên piştgiriyê
Li bajarê Ûppsala yê Swîsre û bajarê Narbonne yê Fransayê, faşîzma AKP’ê hate protesokirin, piştgirî dan HDP’ê û çapemeniya Azad. Di çalakiya ku Kurdistanî û dostên wan beşdar bûn de, bêdengiya Ewropa jî hate şermezarkirin.