Li Bakurê Kurdistanê şerê taybet û AKP
Şerê taybet wek têgeha xwe ya giştî, bi giranî derûniya takekes û civakan armanc dike. Ev şer bi plan û zanebûn, bi rê û rêbazên pir zirav, li ser takekes û civakan tê sepandin.
Şerê taybet wek têgeha xwe ya giştî, bi giranî derûniya takekes û civakan armanc dike. Ev şer bi plan û zanebûn, bi rê û rêbazên pir zirav, li ser takekes û civakan tê sepandin.
Ji dema Osmaniyan û heta roja îro rastiya şerê taybet ê dewleta Tirk ku li Bakurê Kurdistanê dimeşîne çi ye? Rejîma AKP'ê, ku weke pêkhateyeke şerê taybet hebûna desthilatdariya xwe diparêze, serî li kîjan rê û rêbazan dide? Di şerê taybet de civak bi çi rengî bi sedeqeyê tê terbiyekirin û bawerî bi çi rengî ji aliyê desthilatdariyê ve tê mêtandin? Yek ji hedefên sereke çima jin û ciwan in? Rola medyayê di şerê taybet de çi ye? Armancên şerê taybet û rê û rêbazên pûçkirina vî şerî li Bakurê Kudistanê çi ne? Em ê bi çend rêze nivîsan hewl bidin bersiva van pirsan bidin.
DANASÎNEKE KURT DER BARÊ ŞERÊ TAYBET DE
Şerê taybet wek têgeha xwe ya giştî, bi giranî derûniya takekes û civakan armanc dike. Ev şer bi plan û zanebûn, bi rê û rêbazên pir zirav, li ser takekes û civakan tê sepandin. Di aliyê siyasî, derûnî, parastinî, çandî, exlaqî, coxrafî û demografî de, bê ku civak jê haydar be, ji civakbûnê derdixe. Civakê ji milê ruhî - hişmendî ve dîl digire û tîne ser xeta xwe, di nasnameya gelan ya bîrdozî de jirêderxistinê pêk tîne, bê nirx dihêle, vîna civakê dişkîne.
Ji ber vê yekê, dema ku em mijara şerê taybet digirin dest, dikarin bêjin ku yek ji rêbazên şer ê herî dijwar û serwer e, ku şaristaniya navendî serî lê daye. Her çiqasî ev pênase nikare, wateya giştî ya şerê taybet îfade bike jî lê belê dikare wek çavkanî û bingeha vê bê fêm kirin. Ji ber ku şerê taybet, li gor şert û mercan tê guhertin û birêve diçe. Mînak, em nikarin ji şerê navbera qebîleyên di serdema neolotîkê de şer dikirin re, bibêjin şerê taybet, ji ber ku ne şerekî plankirî bû. Şerê taybet bi derketina çîn, bajar, desthilatî û dewletê ve girêdayî ye û bi awayekî plankirî ye. Şerê berê dihatin kirin, kêm be jî exlaq û huqûqekê xwe hebû lê di sedsala bîstemîn de, ev diyarde ji van pîvanan hatiye bidûrxistin. Lewre ji vî rengê şer re, tê gotin şerê bê zagon yê bê huqûq. Bê guman şerê bêzagon, di nav xwe de pir tiştan dihewîne. Gelo ev şîrove bi tenê dikare bi temamî şerê taybet pênase bike? Bê guman ev şîrove têra pênasekirina vê nake; ji ber ku şerê taybet, ne tenê şerekî leşkerî ye. Şerê taybet bi zagon û rêxistingeriyeke hişk tê birêvebirin, her çiqasî ne amûreke şîdetê be jî lê bikaranîna amûrên şîdetê jî îhmal nake. Lewre şerê mijara gotinê, ji aliyê desthilatdaran ve, bi rengekî hovane li ser gel tê meşandin. Êrîşên şerê taybet bi qadên aborî, siyasî, leşkerî û çandî tenê ve sînordar namîne , ber ku şerekî dijwar e, li ser hemû qadên civak û nirxên mirovatiyê bi giştî tê maşandin.
Şerê taybet ji aliyê pir kesan ve hatiye pênasekirin. Weke mînak: ji aliyekî ve dibêjin ku şer berdewama siyasetê ye, ji aliyê din ve jî dibêjin ku siyaset diyardeyeke bêberdewam e. Dema ku têkiliya şer û siyasetê, di hemû qadan de tê destgirtin, her tim cihê destpêkê ji siyasetê re tê terxan kirin, her wiha têkiliya bîrkarî (matematîk), kîmya, fîzîk, teknolojî, bîrdozî û coxrafiya û hwd, bi şer û siyasetê re çêdikin. Dewlet-desthilat bi vê nêzîkatiyê, dixwaze xwe bigihîne pêgehekê stratejîk. Heke em bêjin dewlet-desthilat ji bo pêkankirina vê armanca xwe, girîngiyeke stratêjîk dide şerê taybet, wê ne şaş be û çavkaniya xwe, ji vê rastiyê digire. Di roja me ya îro de ji bo dagirkirina gelan, şerê taybet bûye rêbazê herî sereke yê dagirkeran.
ŞERÊ TAYBET DI DEMA OSMANIYAN DE
Bê guman yek ji van desthilatdarên ku em ê hewil bidin di şexsê wî de vê mijara xwe binirxînin, dê Împeratoriya Osmaniyan be. Împeratoriya Osmanî ku bi rola dergoşê rabûye û bingehê şerê taybet daniye, roja îro bi reng û şêwazên nû bi hemû hêza xwe didome. AKP'e ya ku bi xwe berhemeke şerê taybet e li ser gelên Tirkiyê û taybet jî gelê kurd şerekî derûnî yê bê hempa dimeşîne.
Împeratoriya Osmaniyan ji bo hegemoniya xwe li ser Rojilata Navîn serwer bike bê dûdilî serî li stratejiya şerê taybet daye. Hema bêje li hemû herêmên ku îro wek Tirkiye û Kurdistan tên zanîn, bi armanca dîlgirtina civakê ji aliyên derûnî, aborî, siyasî, leşkerî, çandî û hwd de planên şerê taybet çêkirine û xistine praktîkê. Yekemîn car şerê taybet di dema Osmaniyan de xwe gihand asta sazîbûnê, nexasim di dema Sultan Ebdulhemîd ê dûyem de (di navbera salên 1876-1908) pêk hatiye. Bi giştî cewher û rastiya mijarê ew e ku di dema damezirandina komartiya Tirkiyê de bi bisazîkirina rêxistina çavdêriyê ya li ser gelan ji hêla civakî û siyasî ve, ev yek hatiye kûr kirin.
Dema em bi nêrandineke dîrokî ji hêla civaknasî, demografî, çandî û derûnnasî ve rastiya Kurdistanê bigirin dest, em ê bi rengekî baş û eşkere bandor û bermahiya şerê taybet ê ku li ser gelê kurd hatî maşandin bibînin. Wexta em dîroka Dewleta Osmanî û Komara Tirkiyê raxin ber çavan, em ê hîn baştir ji rastiya şerê taybet û encamên wê haydar bin. Em ê bibînin ku ji bo pêkanîna planên înkar û îmhayê serî li rêbazên herî kirêt dane.
Di serdema osmaniyan de pirengiya çandî û baweriyê ku hebû her çû bi polîtîkeyên navendîkirina îslama siyasî ve hatin kêmrengkirin. Bikaranîna darê zorê bi riya hêzên leşkerî yên xwecihî ên girêdayî derebegan, pêşxistina zextên aborî, bi riya pergala girtina bacê, vekirina navendên perwerdehî yên qaşo îslamê û hwd, di pêkankirina vê yekê de rêbazên sereke bûne.
Rêbazeke din ê şerê taybet ku Dewleta Osmaniyan li ser kurdan pêşxistiye, rêbazê derxistina ji xwebûnê (devşîrme) ye. Ev rêbazê şerê taybet di sala 1892’an de di bin navê perwerdekirina zarokên kurd û ereb, de bi vekirina dibistanên taybet li bajarên Istenbol û Bexdadê ketiye warê cîbecîkirinê. Armanca bingehîn ya vê rêbazê ew bû ku hest, ruh û çanda civakî û neteweyî ya wan zarokan qir bike û wan bi asimîlasiyona çandî û bîrdozî re rûbirû bihêle. Ji bo bigihîjin armancên xwe, çavê xwe ji ti kiryar û rêbazên qirêj re negirtin. Rêjeyeke pir zêde derfetên madî ji bo encamgirtina vê bi kar anîne. Zarokên ku li gor planên wan guncaw in, dihatin amade kirin, piştre di nav kar û barên stratêjîk ên dewletê de bi cih dikirin. Bi taybetî ew weke berpirsên sazî û rêxistinan dişandin kurdistanê. Di vir de armanca şerê taybet yê wan ew bû ku hem zarokên baqil ango hêza nû ya fikrî û paşeroja civakê, di bin navê xizmet û zanakirina civakê de ji destê civakê derdixe û piştre jî bi şandina wan zarokan ji nava civakê re - ku ew veguherandine kesayeteke noker, sîxor û dijminê civakê- hewil hatiye dayîn ku bê ku civak bertekan nîşan bide bi zimanê gel bi xwe, civakê bixin nava çerxa qirkirinê. Heke em rewşa siyasî, civakî, bîrdozî, aborî û çandî ya îro li kurdistanê lêbikolin, em ê bermahiya van texrîbatên ku bi destê wan hatiye çêkirin, bi rengekî şênber bibînin. Pêşketina çîna navîn, torên sîxortiyê û nokertiyê a li kurdistanê nîşaneya vê yekê ne.
Pêvajoya ji nîvê dûyemîn a sedsala 19’emîn û destpêka sedsala 20’emîn ku wek pêvajoya hilweşîna Împeratoriya Osmanî jî tê zanîn; esas şerê taybet di vê pêvajoyê de hatiye meşandin. Bandorên dagirkerên Rojavayî yên weke îngilîzan li ser vê yekê kêm nebûye. Lewra nepêkane bandora îngilîzan ya li ser şerê taybet ê ku di vê pêvajoyê de hatiye meşandin ji nedîtî ve bê. Mînak, di dema hilweşîna Dewleta Osmaniyan de ku wê demê feraseta ‘‘xwedî dewletbûn’’ serwer bû, her gelekî –gelê kurd jî di nav de- hewil didan statûyekê bi dest bixe. Li hemberî vê yekê, Îngilîzan hewil daye ku tevgerên wan gelan asteng bike, di çarçoveya plan û berjewendiyên xwe de, wan bêxe bin kontrolê û bikar bîne. Di dema avabûna Komara Tirkiyê û şûnde, di tepisandina serhildanên kurdan û bikaranîna wan ji bo şerê li dijî komûnîzmê, ji bo tepisandina serhildanan û bi armanca bêdengkirina hikûmetên navendî yên li herêmê û bikaranîna wan wek amûrê zextê roleke bingehîn lîstiye. Dayîna soz û hêviyên vala ji bo kurdan û xapandina wan, yek ji rêbazên sereke û diyar yê şerê taybet a vê demê bû ku hem îngilîz, hem Dewleta Osmanî û hem jî Komara Tirkiyê ya nû avabûyî li hemberî kurdan bi rê ve dibirin. Bi giştî yek ji armancê herî qirêj û bingehê şerê taybetê ku li ser kurdan dihat meşandin û pir zêde nehatiye destgirtin ev bû "Çi dibe bila bibe, pêwîste nehêlin kurd pêvajoya beridînê ya bûna netew derbas bikin û bibin xwedî nasname û statû."
Ji ber ku forma civakî ya kurdan ya wê demê pergala eşîretî bû, lewra ji bo ku kurdan bigirin nava qadê, bandora desthilata xwe (dewleta osmanî) li ser wan çêbikin, yek ji wan tiştên bingehîn ew bû ku eşîreyên koçer ên kurdan niştecih bikin û mekanîzmeyên ku eşîreyên nîv koçer û yên niştecih, bi rêveberiyê ve bide girêdan ava bikin. Dewleta Osmanî heta demeke dirêj jî bi rengekê ne rasterst di şexsê beg û mîrên kurdan hewil daye ku kurdan, di bin çavdêriyê de bigire û bi kar bîne. Ji bo pêkanîna vê yekê damezirandina mektebên eşîreyan di serdema Ebdulhemîd de xwedî rol bûye. Zarokên serokên eşîran yên ku zemîn di wan he û li gor planên dewletê guncaw in, di van mekteban de, girtin ber piroseyeke asîmlasyonê. Armanc ji wan mekteban ew bû ku, zarokên serokên eşîran kurdan yên jêhatî, bi awayekî dûr ji çand, dîrok û rastiya civaka kurd, di rasteka berjevendiyên xwe de, bi argûmanên cûrbecûr amade bikin. Navê piroseya ku di van mekteban de pêk hatiye, derxistina ji xwebûnê ye,(devşîrme kirin) ku wan zarokan bi dirêjiya vê piroseyê vediguherînin nokerekî dewletê. Hem ew meketb û hem jî Alayên Hemîdiye, bi armancên ku li jêr hatine rêzkirin, hatine avakirin:
1-Ji bo parçekirin û kontrolkirina kurdan.
2-Ji bo tasfiyekirina serhildên kurdan û kuştina kurdan bi destê kurdan bi xwe.
3-Ji bo bikaranîna wan di şerên berfirehkirin yan jî parastina desthilatdariya osmaniyan de.
4- ji bo serkutkirina (tepisandina) gelên dîtir yên li Kurdistanê û deverên din dijîn.
Di pêvajoya navberê ya hilweşîna osmaniyan û damezirandina Komara Tirkiyê de (dewlet-netew) rêxistinên veşartî hebûn. Yek ji wan rêxistinên taybet bi navê Teşkîlatî Mexsûs (rêxistina taybet) bû. Vê rêxistinê di nava civakê de xebatên veşartî dimeşandin lê belê rêxistineke welê ye ku ji aliyê dewletê ve ji bo berjewendiyên xwe daye damezirandin. Rêxistina taybet mirovan direvîne, dixe zindanê û ji bo berfirehkirin û mezinkirina amûrên zextê, bi van ve artêşekê ava dike. Eniyên xebatên wê pir berfireh bûn, li ku dera Cîhanê tirk hebûna, li wê derê xwe bi rêxistin dikirin û xebatên xwe dimeşandin. Her çiqasî armanca avakirina yekîtiya tirkan di bin banê yek al û dewletê de û gihîştina asteke bibandor di cîhana musulmantiyê de ev rêxistin hatibe damezirandin jî lê rola wê di dagirkirina hîn bêtir a kurdistanê û têkbirina cîhana madî û menewî ya civaka kurd jî biçûk nebû. Rêxistina mijara gotinê ku di bunya Cemîyeta Îttîhad û Tarakkiyê de, bi awayekî veşartî hatibû avakirin, di rasteka siyasî ya netewperestî (tûrangerî-tirkîtî) û îslamgeriyê de hem di nav welat de û hem jî li derveyî welat, xebat daye meşandin. ji rasteka vê ya siyasî, tê fêmkirin ku hewil hatiye dayîn ku bîrdoziya netewperestiyê, ku hêmanê modela dewlet netewe serwer bikin. Darbekirina Ebdulhemîd ê duyem ango hilweşîna împeratoriya osmaniyan bi vê rastiyê ve têkildar e.
Jon Tirk ango tirkên ciwan ku pêkhateya Cemiyeta Îttîhad û Tereqî ne û bi îdeolojiya netewperestiya tirkîtiya spî û îslamgeriya siyasî-deshilatdar ve hatî gurcûpêçkirin, di bin navê parastina mafên ûmmeta musulmanan de serhildanên kurdan tepisandine. Ji bo pêkanîna vê jî, şêx mîr û begên kurdan bi kar anîne. Xiyanetên ku di van serhildanan de hatine jiyankirin, nîşan dide ku di nav kurdan de hewil hatiye dayîn ku bi hindek rêbazan (wek dana derfetên madî û hwd) kes yan komên xayîn û sîxor pêşbixin; ango çanda berxwedaniya kurdan ku xwe dispêre dîroka wî, ji hev bixin û bi pêşxistina çanda xiyanet û nokertiyê meyl û daxwaziyên rewa yên kurdan têk bibin. Bi vê tenê jî sînordar neman; bi pêşxistina bêbaweriyê di navbera mîr û begên kurdan de jî, hewil dane ku forma civakî ya heyî parçe bikin û gelê kurd bê rêxistin bihêlin. Her wiha bi vê planê ve derbeyeke mezin li aboriya xwecihî ya kurdan dide da ku kurdan birsî bihêle û hertim bi riya birsitiyê (bioîqtîdar) wan hevcedarî xwe bike û di berdêla her derfeta ku nîşanî kurdan bide de, her tiştê kurdan jê bistîne. Ji ber em dizanin, gelekî ku aboriya wî jê hatibe standin, ji her cûre rengên koletiyê re vekirî ye.
Planên wan ji bo parçekirina eşîran ew bû ku bi pêşxistina reformên erazî û civakî (demografî) hem ekonomiya civakî lawaz bike, hem jî bi navendê ve girê bide û têkiliyên civakî yên eşîreyan qut bike. Dibistanên wek Erkan-î-Harbiye û Muhendîsxane-î berr-î Homayûnî û hwd, ku li ser bingehê avakirina kadrûyan ku ji bo xurtkirina pergala dewlet-netewe hatibûn avakirin, bi feraseta ku me hewil da li jor bi xetên giştî behsa wê bikin, li ser kurdan şereke taybet meşandin. Îsmet Înûno ku bi eslê xwe hem kurd û hem bûlxar e, berhemê van mekanîzman e.
Diyardeya dewleta netewe ku ji aliyê kapîtalîzmê ve hatiye birêxistinkirin, şeklê talan û desthilatdariyê bingeh digire û rêbazê şerê taybet weke amûrekê bi kar tîne da ku sextekariya xwe veşêre. Dema di pergala dewleta netewe de rizîn digihîje lûtkeyê û gava cihê bawerîbûyîna xwe di nav gel de ji dest dide, her cure rêbazên şerê taybet, tên ceribandin û dikevin meriyetê. Desthilatdar tam di vê xalê de, di dema xwe ya herî lawaz de ne. Di vê çarçoveyê de destgirtina rêbazên şerê taybet di şênbertiya AKP’ê de dê feyde hebe.
Sibe: AKP pêkhateyeke şerê taybet e