Nobeda ji bo Ozgur Gundemê berdewam dike
Nobeda Azadiyê ya ku ji bo rêveber,şêwirmendên girtî yên Rojnameya Ozgur Gundemê hatibû destpêkirin berdewam e.
Nobeda Azadiyê ya ku ji bo rêveber,şêwirmendên girtî yên Rojnameya Ozgur Gundemê hatibû destpêkirin berdewam e.
Nobeda Azadiyê ya ku ji bo Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Ozgur Gundemê Zana Kaya,Midurê Karê Nivsê Înan Kizilkaya û endamê Desteya Şêwirmenê ya Weşanê nivîskar Asli Erdogan û ziman zan Necmiye Alpay li ber Girtigeha Girtî ya Jina a Bakirkoyê hatibû destpêkirin, di hefteya xwe ya 26’e mîn de berdewam dike. Di hefteya 26’emîn de pankarta “Fikrê azad nayê bêdeng kirin”, “Bîlîr, Înan, Asli, Necmiye ne tenê ne.” hate vekirin.
Destpêkê li ser navê Însîyatîfa Malbatê Pirsusê Hacer Elçî axivî û got, “Di vî welati de herkes li derveyî huqukî tê binçavkirin û girtin. Mafên girtiyan her roj tê binpêkirin. Lê çi dibe bila bibe em ê berxwedan û têkoşîna xwe bidomînin.
DAWI LI AKP’Ê TÊ
Endamê Weqfa Sosyal Demokrat ya Yavûz Okçû jî îfade kir ku îro tiştê divê bê kirin berfirehkirina têkoşîna li dijî faşîzmê ye.Okçû wiha axivî: “Dawî li AKP’ê tê. Divê wek gelên Tirkiyeyê em têkoşîna hevpar bimeşînin.”