BI DÎMEN

Li Frankfûrtê çalakiya bîranînê: Em ê xeyalên wan pêk bînin

Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê, gerîla Ahmet Can û Fatma Yagmûr ên di mehên Îlon û Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn.

Gerîlayê HPG'ê Ahmet Can (Elîşêr Firat) ê li herêma Oremar a Colemêrgê di bomberdûmana 19-22'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest da û gerîla Fatma Yagmûr (Tîjda Ekecîk) a şerê 8-15'ê Îlonê yê li Zagrosan jiyana xwe ji dest da, hatin bîranîn.

Çalakiya bîranînê ji aliyê Ciwanên Azad, Jinên Ciwan ên Azad, TJK-E û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hat organîzekirin.

Li ser navê KOMAW'ê Ahmet Aktaş di destpêkê de axivî û banga xwedîderketina li mîrateya cangoriyên têkoşîna azadiyê kir.

'LI BER JIYANA KAPÎTALÎST RABÛN Û BERÊ XWE DAN AZADIYÊ'

Li ser navê TJK-E Bêrîtan Nisêbîn peyivî û got, "Min hevalên Elîşêr û Tîjda nas dikir. Xeyala herduyan vegera li Kurdistanê û têkoşîn bû. Hevalên me Elîşêr û Tîjda îro tevlî karwanê şehîdên Kurdistanê bûn. Li pêşberî zilm, tinekirin û îşkenceyê ya li gelê me tê kirin, bêdeng neman û tevlî Tevgera Azadiyê ya Kurd bûn. Tevgera Azadiyê ya Kurd îro li Bakur, li Rojava têkoşîneke xurt dimeşîne. Mîna Elîşêr û Tîjda yên li ber jiyana kapîtalîst a Ewropayê rabûn û berê xwe dan jiyana azad, divê em jî xeyalên wan ên nîvcomayî pêk bînin."

Li ser navê Tevgera Jinên Ciwan ên Azad daxuyaniyek hat dayîn û hat gotin, "Têkoşîna Şehîd Tîjda ji bo jinên ciwan ên li Ewropayê dijîn mîrateyek e û em soz didin ku em ê xwedî li vê mîrateya hêviyê dide me, derkevin."

Xwişka Ahmet Can Nezîhe Can jî got, "Em spasiya we hemûyan dikin ku we em bi tenê nehiştin. Elîşêr ne tenê şehîdê me ye, şehîdê tevahiya gelê me ye. Em pê serbilind in."

Piştî axaftinan û daxuyaniyê, ji bo 15 deqeyan sînevîzyonek hat nîşandan.

Merasîma bîranînê bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin", "Bijî Serok Apo" qediya.