Li herêma Mullheîm an der Rûhr a Elmanyayê, êrîşên qirkirinê yên li dijî HDP'ê hatin şermezarkirin. Li bajarê Zurîch ê Swîsreyê jî pêşnûme qanûna ku destavêtinê rewa dike, ji aliyê ciwanan ve hat şermezarkirin.
LI MULLHEÎMÊ ÇALAKIYA JI BO HDP'Ê
Li herêma Mullheîm an der Rûhr a Elmanyayê, Kurdistanî û dostên wan êrîşên qirkirina siyasî yên li dijî gelê Kurd û HDP'ê şermezar kirin.
Çalakî bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li meydana Berlînerplatzê pêk hat. Di mîtîngê de lenet li qirkirina siyasî hat anîn.
Di dema çalakiyê de belavok hatin belavkirin û li ser operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, parlamenterên din ên HDP'yî û siyasetmedarên Kurd agahî hate dayîn.
Li ser navê partiya MLPD a Elman axaftin li vir hat kirin û ji hikûmeta Elman hat xwestin, li pêşberî polîtîkayên êrîşkariyê yên hikûmeta Tirk bêdeng nemîne û zextê li hikûmeta Tirk bike.
Di dema çalakiyê de dirûşmên "Dest nede HDP'ê", "Dest nede parlamenterên min", Em hemû HDP'yî ne", "Kujer Erdogan" û "Dest nede vîna min" hatin qîrîn.
QANÛNA DESTAVÊTINÊ LI ZURÎCHÊ HAT ŞERMEZARKIRIN
Pêşnûme qanûna AKP'ê ku dixwaze zewaca zarokan bi tecawizkaran re rewa bike, li bajarê Zurîch ê Swîsreyê hat şermezarkirin.
Komek ji jinên ciwan li ber Konsolosxaneya Tirkiyeyê li hev civiya û zîhniyeta AKP'ê ya ku destavêtinê rewa dike, şermezar kir.
Ciwanan li pêş avahiya konsolosxaneyê pankarta bi nivîsa "Em hêrsa Ozgecan Aslan in, em edaleta Nevîn Yildirim in" vekirin û dowîzên bi nivîsa "Nabe ku destavêtin rewa bê nîşandan", "Em ê Qesra we bi serê we ve bînin xwarê", "Eger destavêtin rewa be, îsyan jî maf e, bêceza nayê hiştin" hildan.