Salvegera damezrandina PKK'ê li Marbûrgê hat pîrozkirin
Salvegera damezrandina PKK'ê li gundê Fronhaûsen ê bajarê Marbûrgê hat pîrozkirin.
Salvegera damezrandina PKK'ê li gundê Fronhaûsen ê bajarê Marbûrgê hat pîrozkirin.
Li gundê Fronhaûsen ê ser bi bajarê Marbûrg ê Elmanyayê, 38. salvegera damezrandina PKK'ê hat pîrozkirin.
Pîrozbahî ji aliyê NAV-DEM Gîessenê ve hat organîzekirin û Kurdistanî û dostên wan ên li bajarên Sîegen, Gîessen, Marbûrg, Wetzlar û Lîmbûrgê tevlî bûn. Çepgirên Elman jî cihê xwe di pîrozbahiyê de girtin. Beşdaran faşîzma AKP'ê şermezar kirin û xwedî li HDP'ê derketin.
Pîrozbahî bi qasî 6 saetan dewam kir û Koma Pîra, Hasan Sagman, Feyrûşah Resûl, Hozan Seyîdxan û KOma Awazê Amara derketin ser dikê.