Şehîd li Parîs û Toûloûse hatin bîranîn
Şehîdên têkoşîna azadiyê li bajarên Parîs û Toûloûse yên Fransayê hatin bîranîn. Li Parîsê Şehîdên meha Cotmehê, li Toûloûse jî gerîlayên HPG'ê yên li Dersîmê jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn.

PARÎS
Merasîma bîranînê ya ji aliyê Meclîsa Jinê ya Zîn a Parîsê ve hat organîzekirin, bi beşdariya xizmên şehîdan û hejmarek ji Kurdistaniyan li lokala Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Parîsê pêk hat.
Endama malbatên şehîdan Celîl Akdogan, endama Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê Zozan Serhat û xizmên şehîdan li vir axivîn.
Qisekeran gotin, "Şehîdên me berxwedêrên bi rûmet ên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ne. Ew rûmeta me ne. Em ê timî dilsozê bîranîn û armancên wan bin û têkoşînê mezin bikin. Jeta Rêbertî azad bibe, Kurdistan azad bibe, em ê li ser rêya şehîdên xwe li ber xwe bidin." Qisekeran bal kişandin ser êrîşên giran ên di vê demê de li dijî gelê Kurd û destketiyan tên kirin û destnîşan kirin, ku ew ê ti carî serî netewînin û teslîm nebin.
Merasîma bîranînê bi xwendina bîranînên li ser şehîdan hatine nivîsandin, nîşandana sînevîzyonê û qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin" qediya.
TOÛLOÛSE
Li bajarê Toûloûse jî, endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê Îsa Madûr (Îsa Aras) û gerîlayên HPG'ê Serbest Cîbran (Serhat Sonkar), Bejan Bîngol (Sîdar Karabag), Firat Sîpan (Mucahît Tekîn) û Havîn Rojava (Sevgî Guçtekîn) ên li Dersîmê di şerê de jiyana xwe ji dest dan, merasîmeke bîranînê hate lidarxistin.
Bîranîn li lokala Komeleya Elewiyên Demokratîk a li L'Union de Toulouse pêk hat û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê û Kurdistanê dest pê kir. Nûnerê KCDK-E piştre axivî û destnîşan kir, ku dilsoziya bi şehîdan re, bi mezinkirina têkoşîna wan dibe.
Xizmê gerîlayê HPG'ê Serbest Cîbran Alî Ataç jî mafê axaftinê girt û diyar kir, têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê tevgereke rûmetê ye.
Li ser navê Komeleya Elewiyan a Demokratîk a Toûloûse Pîr Abbas peyivî û destnîşan kir, ku roj roja rabûna yezîtên roja îro ye.
Xizmê Bejan Bîngol Fexo Tîrkayî jî destnîşan kir, ku xwedîderketina li şehîdan bi xwedîderketina li têkoşîna wan dibe.
Merasîma bîranînê bi belavkirina xwarina xêrê qediya.