Jinên Mexmûrê: Hemû hewldanên me wê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo be 

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî bi pêşengiya jinan bi dirûşmeya “Xurtkirina Diyaloga bi Rêber Apo re”  meşek hate lidarxistin.

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya li Mexmûrê di bin pêşengiya Meclisa Îştarê de bi dirûşmeya "Xurtkirina Diyaloga bi Rêber Apo re" meşek girseyî li dar xistin.

Piştî ku meş li avahiya konferansê bi dawî bû û ji parêznameyên Rêber Apo hin beş hatin xwendin.

Bername bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Endama Konseya Rêveber a Meclîsa Îştarê Berîvan Îşlek di bernameyê de axivî.

Bêrîvan Îşlek diyar kir ku beriya du mehan bangek ji bo aştî û civaka demokratîk ji aliyê Rêber Apo ve hat dayîn. Em hemû li wê bangê şiyar bûn. Ev banga ku hatî kirin li her çar aliyên cîhanê belav bû û ji ji her alîve hat piştgirîkirin. Li ser vî bingehî li her cihî di medyayên civakî de jî banga Rêbertî bû rojev. Banga Rêbertî ya ku hatî kirin, em dizanin hemû plan û projeyên dewlet û sîsteman serûbin kir, bixwe jî ketin wê ferqê ku ji derveyî rêya aştî û civaka demokratîk wê tu rêyek din nikaribe civakek azad avabike, ev yek ji bo wan jî şansê herî dawî bû. Lê em dibînin ev banga ku hatî kirin tenê bi hinek hevdîtin û diyalogan re tên meşandin, dijmin bi tu awayî derfet û zemîn ji bo pêşxistina vê bangê ava nekiriye. Tenê di nava axaftinên xwe de behsa civakek demoratîk û aştiyê dike, lê di aliyê pratîkê te ti pêngavek berbi çav nehatiye avêtin.

Li ruxmê ku rêxistina me di aliyê pêngavê de gavek avêtiye û agirbest ragihandiye. Lê dewleta Tirk hê jî bi awayek hovane êrişî gerîlayên azadiyê û xaka Kurdistanê dike.  Ji bo vê jî em dizanin heta ku Rêbertî bi fîzîkî azad nebe, wê ev pêvajo neyê meşandin. Ji ber ku ji derveyî Rêbertî tu kes nikare vê pêvajoyê bi awayekî baş û serkeftî bide meşandin. Em jî weke jinên wargehê di pêngtiya Meclisa Îştar de û xelkê wargehê pêngava ku jinan dayî destpêkirin, heta dawiyê em piştgiriya wê dikin û wê hemû hewildanên me ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo be.”

Piştî axaftinê, sînevîzyona ku hatibû amadekirin hat pêşandan.