Dewleta Tirk nahêle heyeta PES'ê biçe serdana Demîrtaş

Heyeta Partiya Sosyalîst a Ewropayê (PES) a bi serokatiya Segeî Stanîshev, ku ji bo serdana Demîrtaş çû Edîrneyê, ji ber astengiyên dewleta Tirk nekarî bikeve nava girtîgehê.

Serokê Navenda Olof Palme Jens Orbach, ku yek ji endamên heyetê ye, bi rêya telefonê agahî da ANF'ê û diyar kir, ji bo dîtina Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş wan serî li Wezareta Edaletê dane, lê belê bersiv ji wan re nehatiye dayîn. Orbach destnîşan kir, ku ew bi biryar in vê ziyaretê bikin.

Orbach da zanîn, ji bo şermezarkirina girtina parlamenterên HDP'ê û astengkirina hevdîtina wan a bi parlamenteran re, wan civîneke çapemeniyê pêk anîne û got, "Em qebûl nakin, ku parlamenter û hevşaredarên bi dengên gel hatine hilbijartin, girtî bin. Hikûmeta Tirk ne tenê siyasetmedaran, her wiha rojnamevan û parêzvanên mafên mirovan jî digire. Eger li welatekî demokrasî hebe, ev nayê kirin."

Civîna çapemeniyê ya heyetê ya li ber girtîgehê dewam dike.

Di nava heyetê de ji Awûstûrya, Fransa û Elmanyayê parlamenterek, ji Swêdê 2 û ji Îtalyayê jî 3 parlamenter hene.