Cejna vejînê li Wûppertal, Essen û Lyonê hat pîrozkirin

Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn cejna vejînê pîroz dikin. 38. salvegera damezrandina PKK'ê li bajarên Wûppertal û Essen ên Elmanyayê û bajarê Lyon ê Fransayê hat pîrozkirin.

Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn cejna vejînê pîroz dikin. 38. salvegera damezrandina PKK'ê li bajarên Wûppertal û Essen ên Elmanyayê û bajarê Lyon ê Fransayê hat pîrozkirin.

WÛPPERTAL

38. salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li bajarê Wûppertal ê Elmanyayê bi coşeke mezin hat pîrozkirin.

Pîrozbahî li salona dawetê Medyasaalê pêk hat û gelek Kurdistaniyên li Dusseldorf û derdora wê dijîn tevlî bûn.

Alên PKK, KCK, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, kadroyên pêşeng ên PKK'ê û Mehmet Tûnç û Pakîze Nayir tevî pankarta bi nivîsa "Ruhê berxwedanê wê me bigihîne azadiyê" li salona pîrozbahiyê hatin daliqandin.

Jin bi kincên gelêrî, ciwan jî bi kincên gerîla tevlî pîrozbahiyê bûn. Pîrozbahiyê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê dest pê kir.

Piştre li ser navê TJK-E Dîren Şiyar axivî û got, "Em bi saya PKK'ê hînê berxwedanê bûn, hînî pîvana jiyanana bi rûmet bûn. Bi saya berxwedêrên meha Tîrmehê em hînî çanda berxwedanê bûn."

Şiyar bal kişand ser kevneşopiya PKK'ê û bi vî rengî qala encamên vê kevneşopiyê kir: "Hê duh du Kurd nikarîbûn li hev bicivin, lê niha Kurd bi hev re têkoşînê dimeşînin, li Rojhilata Navîn berxwedana hebûnê dimeşînin. Di xeta azadiya jinê de li hev dicivin, di xeta berxwedana hebûnê de digihêjin hev."

Di pîrozbahiyê de Hozan Diyar, Kewê, Cewad Merwanî, Koma Şehîd Welat, Hozan Lokman, Raûf Keleş, Dilovan û Koma Bênav derketin ser dikê û berhemên xwe pêşkêş kirin.

ESSEN

Salvegera damezrandina PKK'ê li bajarê Essen ê Elmanyayê hat pîrozkirin. Pîrozbahiya li Bottropê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre sînevîzyon hat nîşandan.

Li ser navê NAV-DEM'ê Maha Haj Mansûr peyivî û got, "Em ê li dora Serok Apo li hev bicivin. Xwedîderketina li Serok xwedîderketina li Kurdistanê ye." Pîrozbahî bi qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" qediya.

LYON

38. salvegera damezrandina PKK'ê li bajarê Lyon ê Fransayê jî hat pîrozkirin. Bi qasî 600 kes bi vê armancê li hev civiyan. Girseya gel, li ber stranên Koma Dîlan govend gerand. Di şahiyê de siyasetmedarê Kurd Cûma Tak axivî û qala armanca damezrandina PKK'ê û encamên siyasî kir.

Ahmet Nesîn jî ku weke mêvan tevlî şahiyê bû, mesaja piştgiriyê da. Nûnerên partiyên siyasî yên li şahiyê amade bûn, peyamên xwe pêşkêş kirin.

Pîrozbahî bi stranên Hozan Rêber, Zimanbaz, Kawa û Rojda Bîter qediya.