Li Stûttgartê Kurdekî din jî ji 129a tê darizandin
Kurdistaniyê bi navê Mûhlîs K. ku di Sibata 2016'an de bi îdîaya 'endametiya PKK'ê hat girtin, wê di çarçoveya xalên 129a-129b de bê darizandin.
Kurdistaniyê bi navê Mûhlîs K. ku di Sibata 2016'an de bi îdîaya 'endametiya PKK'ê hat girtin, wê di çarçoveya xalên 129a-129b de bê darizandin.
Rûniştina doza Mûhlîs K. wê îro saet di 09:15'an de li Olgastr. li 6. Dadgeha Ceza dest pê bike.
Mûhlîs K. tê sûcdarkirin ku di navbera salên 2013-2015'an de li Elmanyayê rêveberekî payebilind bû.
Mûhlîs K. wê ji îro û pê ve her hefte rojên Sêşemê-Pêncşeme derkeve pêşberî dadger. Tê gotin wê bi giştî 25 rûniştin werin kirin. Piştî ku nîşandana delîlan û guhdarîkirina li şahidan, wê serokê dadgehê di 7'ê Adarê de rewşa dawî eşkere bike.