KCDK-E’yê ji bo Sirri Sureyya Onder sersaxî xwest
KCDK-E’yê ji bo endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder ê ku îro jiyana xwe ji dest da peyama sersaxiyê da û got, "Em ê ti carî hesreta wî ya ji bo aştiyê nîvî nehêlin."
KCDK-E’yê ji bo endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder ê ku îro jiyana xwe ji dest da peyama sersaxiyê da û got, "Em ê ti carî hesreta wî ya ji bo aştiyê nîvî nehêlin."
Kongreya Civakên Demokratîk a Kurd li Ewropayê (KCDK-E) ji bo endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder ê ku îro jiyana xwe ji dest da, peyama sersaxiyê da.
KCDK-E’yê daxuyand ku ew ji ber wefata Sirri Sureyya Onder pir xemgîn in û wiha hate gotin: "Her çend wî û malbata wî bedelên giran dan jî, wî kêliyekê jî di têkoşîna demokrasî û mafên mirovan de tawîz neda. Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo parast da û di hevdîtinên Îmraliyê de roleke girîng lîst.
Sirri Sureyya Onder bi hişmendiya ku aştî bi her kesî dide qezenckirin tevgeriya û bi vê hesretê re têdikoşe. Em ê tu carî hesreta wî nîvî nehêlin. Em bang li gelê Kurd, şoreşger, demokrat, rewşenbîr û her kesê ku ji bo mirovahiyê têdikoşin dikin ku têkoşîna ji bo Aştî û Civaka Demokratîk hîn bêtir berfireh bikin.
Weke KCDK-E’yê em ji Sirri Sureyya û malbata wî re sersaxiyê dixwazin û banga xwedîderketina li têkoşîna wî dikin. Sersaxiyê ji gel, heval, hezkiriyên wî û hemû gelan re dixwazim.”