Li Tirkiyeyê yek ji deverên esasî yên ku mafên mirovan ên bingehîn bi salan e lê têne binpêkirin girtîgeh in. Kiryarên kêfî yên li hemberî girtiyan, rejîmên înfazê yên bêhiqûqî weke pirsgirêkeke bingehîn dewam dike. 103 hezar û 179 kes ji ber ku berdana wan bi rengekî kêfî tê astengkirin, li girtîgehan mîna dîlgirtiyan têne hiştin. Li gorî qanûnan ji çar paran sê parên ceza dema ku qediya, divê girtî bêne berdan. Lê belê berdana girtiyan ji aliyê Desteyên Çavdêrî û Îdareyê ve têne astengkirin ku sala 2020'î bi qanûneke înfazê ev deste hatin avakirin.
Pirsên bi rengê 'Te serê xwe li ber dewletê tewand?', 'Tu alê nas dike?', 'Tu poşman e?' li girtiyan têne ferzkirin. Hincetên weke 'Bikaranîna avê bi rengekî teserûfî' û 'Wernegirtina pirtûkan bi têrkerî' ji bo bernedanê weke asteng tê nîşandan.
Hevberdevkê Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Zekî Bînbîr têkildarî van kiryarên kêfî yên li hemberî girtiyan ji ANF'ê re axivî û got, "Yek ji deverên sereke yên ku mafên mirovan lê têne binpêkirin girtîgeh in. Ji bo binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan ji derve re bê nîşandan, ji bo mijarê bixin rojevê û dawî li binpêkirina mafên mirovan bê anîn weke Şaxê Amedê yê OHD'ê ji berê ve em gelek karî dikin.
Bi taybetî mijara taloqkirina berdana girtiyan, li ser girtiyên 30 salan girtî ne tê bikaranîn. Desteyên Çavdêrî û Îdareyê 'poşmaniyê' li ser van girtiyan ferz dike. Bi gelek hincet û bahaneyan berdana girtiyan tê taloqkirin. Em vê yekê weke cezakirina di nava ceza de dibînin."
'DESTEYÊN ÇAVDÊRÎ Û ÎDAREYÊ QANÛNAN TINE DIHESIBÎNIN'
Bînbîr ragihand ku Desteyên Çavdêrî û Îdareyê bi rengekî bêhiqûqî weke dadgeheke duyemîn tevdigerin û got, "Desteyên Çavdêrî û Îdareyê veguherîne mekanîzmayeke welê ku bi wezîfeya dadgeheke duyemîn mirovan ceza dikin an jî berdana wan asteng dikin. Ya rast cihê vê yekê di nava qanûnê de nîne. Li cîhanê kiryareke mîna vê nîne. Nêzîkatiyeke li dijî hiqûqê ye ku mirovên nehiqûqnas bikevin şûna dadgehan û biryarê bidin. Berdana girtiyan bi hincetên cuda tê astengkirin.
Desteyên Çavdêrî û Îdareyê li dijî qanûnê tevdigerin. Herî dawî bi taybetî li Girtîgeha Girtî ya Erzînganê berdana gelek girtiyan hate taloqkirin. Bi taybetî 'poşmanî' li ser girtiyan tê ferzkirin û berdana wan tê astengkirin."
'EM LI DIJÎ BINPÊKIRINA MAFÊN MIROVAN TÊDIKOŞIN'
Bînbîr diyar kir ku weke OHD ew hewl didin li dijî bêhiqûqiyên il girtîgehan raya giştî biafirînin û got, "Li hemberî binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan em têdikoşin. Bi taybetî ji bo betalkirina biryarên Desteyên Çavdêrî û Îdareyê me doz dane destpêkirin. Li gorî me, ev yek ji aliyê dewletê ve weke nêrîneke siyasî tê bikaranîn. Dewlet hewl dide zextê li Kurdan bike. Ji ber ku taloqkirina berdana girtiyan tenê li dijî girtiyên siyasî tê bikaranîn."
'DIVÊ DEWLET ÊDÎ GAVÊ BIAVÊJE'
Zekî Bînbîr bal kişand ser banga Rêber Apo û di dawiya axaftina xwe de got, "Pêvajoyek heye ku bi banga 27'ê Sibatê ya Birêz Ocalan re destpê kir. Ya rast, divê desthilatdarî vê pêvajoyê baş binirxîne û li gorî wê gavê biavêje. Ji ber ku ya li girtîgehan diqewime qanûnî nîne. Divê desthilatdarî tavilê gavê biavêje.
Bi taybetî divê 'mafê hêviyê' ji Birêz Abdullah Ocalan re bê nasandin. Niha pêvajoyeke erênî heye. Ji bo ev pêvajo bi rê ve biçe divê dewlet êdî gavê biavêje. Gava sereke jî pêkanîna azadiya Birêz Abdullah Ocalan ê li girtîgeha Îmraliyê û berdana girtiyên nexweş ê 30 sal in girtîgehan têne ragirtin e."